Li Kermanê 3 endamên hêzên ewlehiyê û sivîlekî jiyana xwe ji dest dan

Hate ragihandin ku di encama şer û pevçûnên li başûrê Îranê de 3 endamên hêzên ewlehiyê û herî kêm welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî IRNA’yê Muhafizên Şoreşê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihandine ku li herêma xala kontrolê ya Fehrec a li rojhilatê bajarê Kermanê sê endamên ewlehiyê û welatiyek hatine kuştin. 

Polîsên Kermanê di daxuyaniyeke xwe ya cuda ya roja Sêşemê de ev yek gotibû: ‘’Bûyer, duh bi şev ji ber pevçûna di navbera hêmanên terorîst û hêzên li xala kontrolê de rû da.’’

Bajarê Fehrec, gelekî nêzîkî eyaleta Sistan-Belûcîstan a li ser sînorê Pakistan û Efxanistanê ye ku herêm gelekî xizan e. Li van herêman di navbera hêzên dewletê yên Îranê, komên têkoşîna serxwebûna Belûcîstanê dimeşînin, komên tundaw ên Sunî û kaçaxçiyên tiryakê de gelek caran şer û pevçûn rû didin.