Li Iraqê siyasetmedaran dengê xwe bi kar anîn
Li Iraqê ji bo hilbijartinên parlamentoyê ya dema 6’an, vê siharê dengdana giştî destpê kir. Siyasetmedar ji bo bikaranîna dengê xwe çûn ser sindoqê.
Li Iraqê ji bo hilbijartinên parlamentoyê ya dema 6’an, vê siharê dengdana giştî destpê kir. Siyasetmedar ji bo bikaranîna dengê xwe çûn ser sindoqê.
Ji bo dengdana giştî ya hilbijartinên parlamentoya 6’an a Iraqê, li seranserî welêt 8 hezar û 39 hezar û 285 sindoq hatin danîn. Ji van navendan 1.543 û ji sindoqan 6.655 li Herêma Kurdistanê ne. Hilbijartin ji aliyê gelek saziyên medyayê yên herêmî û navneteweyî, şandeyên çavdêr û komên kontrolê ve tê şopandin. Dengdan vê siharê di saet 07.00’an de destpê kir û dê di saet 18.00’an de bi dawî bibe.
Serokê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li dibistana amadeyî ya Rewşen Bedirxan ya li bajarê Silêmaniyê, dengê xwe bikar anî. Piştre Bafil Talebanî di daxuyaniya çapemeniyê de bang li welatiyan kir ku biçin ser sindoqên dengdanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî siharê di saetên zû de dengê xwe bi kar anî.
Waliyê Kerkûkê Rêbwar Teha jî ku dengê xwe bi kar anî, diyar kir ku pêvajoya dengdanê ya li Kerkûkê bêpirsgirêk dewam dike û bang li hemû welatiyan kir ku dengê xwe bi kar bînin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî danê sibehê li parêzgeha Bexdayê dengê xwe bikar anî. Sudanî piştî dengdanê ji çapemeniyê re axivî. Mihemed Şiya Sudanî ragihand ku vê boneya dîrokî û demokratîk li gelê Iraqê pîroz dikin û got: “Îro rojek dîrokî ye. Ez pîrozbahiyê li gelê Iraqê dikim ku ji bo veguhestina aştiyane ya desthilatdariyê ji bo gel ku bikarin çarenûsa xwe diyar bikin gelek qurbanî dane. Ev hilbijartin di dema xwe ya destûrî de tê lidarxistin. Ev jî yek prensîba guhertina hêzê bi awayekî aştiyane di nav sîstemeke siyasî ya nû ya Iraqê de ji nû ve piştrast dike.”
Serokwezîrê Iraqê hikûmet girîngiyeke mezin daye xurtkirina sîstema siyasî û guhertina aştiyane ya desthilatdariyê ku di vê çarçoveyê de hilbijartina encûmenên parêzgehan û hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hate lidarxistin. Sudanî got: “Îro hemû pêdiviyên komîsyonê hatine dabînkirin û ji bo partî û namzedên siyasî jîngehek aram ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Iraqê hatiye avakirin. Ev pabendbûna hikûmetê ya ji bo bicihanîna erkên xwe ye.”
Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir, li dibistana amadeyî ya Zekiye Alkan dengê xwe bi kar anî û li ser medya dijîtal a facebook’ê peyamek belav kir. Dr. Heval Ebûbekir di peyama xwe de bang li welatiyan kir ku beşdarî proseya hilbijartinê bibin û bi azad nûnerên xwe hilbijêrin. Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir got: “Ez bang li aliyên siyasî dikim ku îro dawî li hewldan û tometên li dijî hev bînin û xwe ji bo qonaxa nû ya biryardanê, encamên dengdanê, dadgeha gel, yekîtî û rêxistinkirina maf, xwestek û armancên gelê Kurd di Iraqa federal de amade bikin.”
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî têkildarî beşdarbûna welatiyan di proseya dengdanê ya hilbijartina Parlamentoya Iraqê de peyamek belav kir. Nûrî Malikî destnîşan kir ku li bendêne beşdariyek berfireh a welatiyan di pêvajoya dengdana hilbijartinên parlamentoya Iraqê de bê kirin û bang li hemû Iraqiyan kir ku beşdarî hilbijartinê bibin. Malikî got: “Gelê Iraqê û hêzên wan ên siyasî karîn bigihîjin vê roja mezin û hemû astengiyên ku li pêşiya me bûn ji bo lidarxistina hilbijartinan derbas kirin. Lidarxistina hilbijartinan rojeke xweşe. Dema ku encam werin ragihandin, emê hîn kêfxweştir bibin. Em zû hatin dengdanê da ku em bang li hemû zarokên gelê Iraqê bikin ku biçin hilbijartinê û dereng nemînin.”
Sekreterê Giştî yê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî jî beşdarî hilbijartinê bû û dengê xwe bikar anî. Xezelî piştî dengê xwe da di daxuyaniyek çapemeniyê de axivî û got: “Ti destwerdan di hilbijartin û avakirina hikûmetê de nayê kirin. He wiha encamên hilbijartinê bi tu awayî nayên guhertin. Hêzên siyasî, berî her tiştî, dê di çarçoveya hemahengiyê de bi berpirsiyarî tevbigerin û em ê tu destwerdanek ji derve qebûl nekin.”