TIFAQA ÇARÇOVEYA KOORDÎNASYON
Encamên hilbijartinên 11’ê Mijdarê zelal bûn. Tifaqa Çarçoveya Koordînasyon têkildarî diyarkirina serokwezîrê piştre, bû xwedî pozîsyoneke xurt.
Piştî ku Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê belavkirina kursiyan weşand, ev daxuyanî hate dayîn. Li gorî daneyan, partiyên ku weke alîgirê Îranê tên nirxandin, bandorên xwe yên li parlamentoyê parast yan jî zêde kir.
Çarçoveya Koordînasyonê di civîna ewilî ya piştî hilbijartinan lidar xistî de, ragihand ku wan “koma herî mezin a meclîsê ava kiriye” û ji bo diyarkirina namzetê serokwezîr wê dest bi pêvajoyê bikin. Piştî hilbijartinên 2021’an jî, vê tifaqê Serokwezîrê heyî Mihemmed Şiya el-Sûdanî kiribû desthilatdar.
Hat ragihandin ku li gorî Komîsyona Hilbijartinê lîsteya Sûdanî di vê hilbijartinê de ji 329 kursiyan 46 wergirtiye. Lê belê ne zelal e ku Sûdanî ji bo dema duyem wê car din tevlî tifaqê bibe yan na.
HEVSENGIYA HÊZ A DI NAVA TIFAQÊ DE
Pêkhateyên sereke yên Çarçoveya Koordînasyonê ev encam bi dest xistin:
Koalîsyona Dewleta Hiqûqê (Nûrî el-Malikî): 29 kursî
Esayib Ehl el-Hak (Kays el-Hazali): 28 kursî
Rêxistina Bedir (Hadî el-Amirî): 21 kursî
Çavkaniyên Şîa diyar dikin ku serokwezîriya pêkhateyên tifaqê, serokatiya parlamentoyê û serokkomarî jî di nav de, ew dixwazin peymana parvekirineke hêzê ya berfireh beriya rûniştina ewilî ya meha Çileyê ya parlametoyê, temam bikin.
BLOKA SUNNÎ
Tevgera Teqadum (Mihemmed el-Halbusî) bi 27 kursiyan di nava bloka Sunnî de di rêza yekem de cih girt.
BLOKA KURDÎ
PDK 26 kursî, YNK’ê jî 15 kursî bi dest xistin.
KEVNEŞOPIYA HEVSENGIYA SIYASÎ
Li Iraqê li gorî meyla giştî Serokwezîr weke Şîa, Serokê Meclîsê weke Sunnî û Serokkomar weke Kurd tê diyarkirin.
Lewma tê payîn ku pêvajoya avakirina hikûmetê ya piştî hilbijartinê, mîna her car wê bibe şahidê bazariyên di navbera partiyên Şîa, Sunnî û Kurd de.