Li bendavên Tehranê asta avê daket niviyê

Asta avên bendavên Tehranê û li derdora wê, li gorî sala borî ji niviyê zêdetir daketiye û gihîştiye asteke krîtîk.

Li gorî çapemeniya dewletê, ji ber ku welêt bi tundtirîn ziwabûna şêst dalên dawîn re rû bi rû ye asta avên bendavan li gorî salên borî ji niviyê zêdetir daketine.

Rayedarên xwecihî diyar dikin ku asta barînên li Tehranê daketiye asteke wisa ku ‘’di sedsala dawîn de tu caran ew qasî zêde daneketiye.’’

Her çend roja Duşemê li bajêr yekem barana demsalê hatibe jî, asta wê bes 1,7 mm bûye û ev hejmar li gorî ya sala borî ji sedî 96 kêmtir e. 

Li gorî rayedarê Şîrketa Avê ya Tehranê Rama Habibi, hecma ava bendavên li bajêr a niha 170 milyon metrekub e, sala borî ev hejmar 381 metrekup bû.

Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan di daxuyaniyeke xwe ya hefteyên borî de hişyarî dabû ku ger rewş wisa berdewam bike wê neçar bimînin Tehrana ku nifûsa wê ji 10 milyonî zêdetir e, tehliye bikin.  Lê belê têkildarî operasyona bi vî rengî ya mezin hûrgilî nehatin parvekirin. 

Hikûmetê dabû zanîn ku ew ê bi armanca teserûfa avê meha Mijdarê bi şevan avê qut bikin. 

Li temamiya 31 eyaletên Îranê îsal hecma barînê di bin asta asta normal de ye lê belê li çar eyaletan (Buşehr, Xorasana Başûr, Kum û Yezd) ev rewş gelekî krîtîk e.