Li bejahiya Şamê liv û tevgera Îsraîlê
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê vê siharê bi 7 wesayîtên leşkerî kete bejahiya Şamê.
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê vê siharê bi 7 wesayîtên leşkerî kete bejahiya Şamê.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hêzên Îsraîlê vê sibehê bi 7 erebeyên leşkerî ketin derdora bajarokê Beyn Cin ê Şamê.
Yekîneyeke din jî ket baregeheke leşkerî ya bajar, di encamê de cebilxaneyên kevn teqiyan.
Di 28’ê mijdara borî de piştî ku hêzên Îsraîlê ketin nava bajarok û gelek kes binçav kiribûn, şer di navbera wan û çekdarên xwecih de derket.
Di encama şer û êrişên bejahî û hewayî de 38 niştecihên herêmê hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha 6 leşkerên Îsraîlê birîndar bûbûn û hin avahî rûxiyabûn.