Li Şengalê hin binpêkirin bi binçavkirinan bi encam bû

Li Iraqê hin kesên ku di roja hilbijartinê de li Şengalê propaganda dikirin hatin binçavkirin. Li Basrayê jî li dijî navendeke dengdanê êrîşeke çekdarî pêk hat.

Di hilbijartinên seranserê Iraqê de li Şengal û Basrayê gelek binpêkirin û êrîş çêbûn. Li Şengalê hin kes ji ber xebatên propagandayê hatin binçavkirin, li Besrayê jî li dijî navendeke dengdanê êrîşeke çekdarî pêk hat. Her wiha Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî di çarçoveya pêvajoya hilbijartinê de 12’ê Mijdarê wekî betlaneya fermî ragihand.

Li navçeyên Xanesor û Sinûnê yên Şengalê, endamên PDK’ê û namzetên ji lîsteyên din hewl dan di dema dengdanê de propagandayê bikin. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê namzetê PDK'ê Mehme Xelîl û çend namzetên din propagandayê dikirin, binçav kirin.

Li Xanesorê ji ber hin pirsgirêkên teknîkî li du sindoqan ji bo saetekê hate rawestandin.

LI BASRAYÊ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ

Li navçeya Qurne ya Basrayê li dijî navendeke dengdanê êrîşek çekdarî pêk hat. Êrîşa ku ji hêla komeke çekdar ve hate kirin kesek birîndar bû. Polîs gihîştin cihê bûyerê û lêpirsîn dan destpêkirin.

12’Ê MIJDARÊ WEKE BETLANEYA FERMÎ HATE RAGIHANDIN

Serokwezîrê Iraqê Muhemed Şiya Sûdanî ragihand ku ji ber xebatên hilbijartinê yên li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê 12’ê Mijdarê wekî betlaneya fermî ragihandine.

SEROKÊ UNAMI: HILBIJARTIN ÎRADEYA GEL NÎŞAN DIDE

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY’ê yê Iraqê û Serokê Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî Iraqê (UNAMI) Muhammed El-Hasan, li Besrayê bi rojnamevanan re axivî. Muhammed El-Hasan diyar kir ku wan di tevahiya rojê de gelek navend ziyaret kirine û got, "Neteweyên Yekbûyî li hemû bajarên Iraqê çavdêriya hilbijartinan dike. Hilbijartin îradeya azad a gelê Iraqê û ji bo avakirina paşerojek aramtir nîşan didin."

Serokê UNAMI’yê anî ziman ku ew ê biryar bidin kesên nelirêtî kirine, wê di hikûmeta ku bi dengên gelê Iraqê hatiye avakirin de cih negirin.