Li Îranê zextên li ser girtiyên siyasî zêde dibin

Hat ragihandin ku li Îranê 4 girtiyên siyasî yên ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn girtin, cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Her wiha 5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê ji mafê telefonê hatine bêparhiştin

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li DYA’yê ye, derbarê zextên li ser girtiyên siyasî yên li Îranê raporek weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku Şaxê 15’an ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi serokatiya Dadwer Ebulqasim Salavatî, cezayê darvekirinê li 4 ciwanên bi navê Mîlad Armon, Nevîd Necaran, Mehdî Îmanî û Seyîd Mihemedmehdî Huseynî biriye ku di dema şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn binçavkirin. Hat destnîşankirin ku di danişîna biryara îdamê de parêzerên girtiyan amade nebûne.

Dosyaya navborî beriya niha ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Tehranê ve hatibû lêkolînkirin û biryara efûyê hatibû dayîn, lê piştre rayedarên Dadgeha Şoreşê bêyî ku rê bidin parêzeran dosyayê bibînin, careke din cezayê darvekirinê li girtiyan birîn.

Di raporê de her wiha hat gotin ku girtiyê siyasî yê bi navê Ruhullah Karekî (48) ku li Girtîgeha Şîban a Ahvazê tê girtin, di bin gefa cezayê darvekirinê de ye. Ruhullah Karekî sala borî li ber çavên keça xwe bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û bi mehan ji aliyê Wezareta Îstîxbarata Îranê ve rastî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk hatibû.

5 JIN JI MAFÊ TELEFONÊ TÊN BÊPARKIRIN

HRANA’yê ragihand ku girtiyên siyasî yên bi navê Gulrox Îrayî, Zehra Sefayî, Merziyeh Farsî, Şîva Îsmaîlî û Sakîne Perwane yên li Girtîgeha Evînê tên girtin, bi rojan e ji mafê gihîştina telefona girtîgehê hatine bêparkirin.

Hat diyarkirin ku ev sînorkirin piştî çalakiya protestoyî ya girtiyan a li dijî cezayên darvekirinê hatiye sepandin. Li gorî agahiyan, girtiyên jin li hewşa girtîgehê bi berzkirina sloganan bertek nîşanî zêdebûna darvekirinên dawî dabûn. Piştî vê yekê rêveberiya girtîgehê bi hinceta ‘dîsîplînê’ ceza li wan biriye. Hat ragihandin ku her pênc girtiyên siyasî beriya niha jî ji mafê hevdîtina rû bi rû ya bi malbat û parêzerên xwe re hatibûn bêparkirin û ev qedexeya wan hîn jî berdewam dike.

Parêzvanên mafên mirovan diyar dikin ku bêyî hinceteke hiqûqî bêparkirina girtiyan ji mafên wan ên bingehîn, tê wateya ‘cezakirina komî’. Ji ber ku li girtîgehan çavdêriya serbixwe kêm e, fikarên derbarê rewşa girtiyên jin ên siyasî de her ku diçe zêdetir dibin.