Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Îranê zêdetirî hezar kesî jiyana xwe ji dest daye

Şerê ku li dijî Îranê hatiye destpêkirin kete roja xwe ya pêncemîn û li gorî rayedarên Îranî hezar kesên ku ji welatiyên sivîl û leşkeran pêk tê, jiyana xwe ji dest dane. Îsraîlê jî peyama ku ew ê du hefteyên din bomberdûmana xwe bidomîne, da.

Şerê ku li gel êrîşên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir, kete roja xwe ya pêncan û tê diyarkirin ku şer û pevçûn wê hê berdewam bikin. Îsraîlê ragihand ku ew ê hê herî kêm du hefteyên din bomberdûmana xwe ya li ser Îranê bidomîne û hate ragihandin ku li Îranê zêdetirî hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Şer û pevçûnên li eniya Libnanê jî gur dibin.

ÎSRAÎL: ÊRÎŞ WÊ BERDEWAM BIKIN

Li gorî nûçeyên li ser çapemeniya Îsraîlê, Îsraîl plan dike ku herî kêm du hefteyên din êrîşên xwe yên li ser Îranê bidomîne.

KEŞTIYA ŞER A ÎRANÊ HATE HEDEFGIRTIN: 101 KES WINDA NE

Artêşa DYE’yê ragihand ku wê li peravên Srî Lankayê keştiyeke şerî ya Îranê hedef girtiye. Li gorî rayedarên ku ji Reutersê re axivîne, êrîş di çarçoveya operasyona leşkerî  ya DYE’yê ya li ser Îranê de hatiye kirin.

Li gorî agahiyên rayedarên Srî Lankayê keştiya şerîş ya bi navê IRIS piştî êrîşê binav bûye. Hate diyarkirin ku di encama bûyera berbehs de kesekî jiyana xwe ji dest daye, 78 kes birîndar bûne û 101 kes jî winda bûne.

LI ÎRANÊ ZÊDETIRÎ HEZAR KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAYE

Ajansa nûçeyan a dewletê IRNA’yê ragihand ku hejmara kesên ku di encama bomberdûmana Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 1045’an.  Hate diyarkirin ku ji bilî leşkeran welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane. Bilançoya fermî ya beriya wê weke 787 kesan hatibû ragihandin.

MERASÎMA JI BO XAMANEYÎ HATE TALOQKIRIN

Hate ragihandin ku merasîma ji bo serokê olî Ayetullah Alî Xamaneyî yê ku di encama êrîşa DYE û Îsraîlê de hate kuştin, dihat plankirin li Tehranê were liarxistin, hatiye taloqkirin.  Televîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku merasîma şîna neteweyî ji bo rojên pêşiya me hatiye taloqkirin.

LI LIBNANAÊ OPERASYONA BEJAHÎ

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê ketiye bajarokê Khiam ê li başûrê Libnanê û operasyona bejahî daye destpêkirin. Ajansa fermî ya Libnanê ANI’yê diyar kir ku yekîneyên Îsraîlê 6 kîlometreyan nêzîkî sînor  ber bi herêma hundirîn ve hatine. Her wiha Îsraîl êrîşên xwe yên hewayî yên li ser herêmên di bin kontrola Hizbullahê de jî didoîne.

HIZBULLAHÊ BERSIV DA ÊRÎŞAN

Hizbullahê jî diyar kir ku wê navenda Pişesaziya Hewavanî û Fezayê ya li navenda Îsraîlê hedef girtiye û baregehe leşkerî ya li bakurê Îsraîlê bi moşekekekê hedef girtiye.  Hate destnîşankirin ku êrîş li hemberî bomberdûmana Îsraîlê ya li ser Libnanê weke bersiv hatine kirin.

NATOYÊ PIŞTGIRÎ DA TIRKIYEYÊ

NATO’yê hedefgirtina Tirkiyeyê ya bi moşekeke ji aliyê Îranê ve hatiye avêtin û berê xwe daye qada hewayî ya Tirkiyeyê şermezar kir. Berdevkê NATO’yê Allison Hart diyar kir ku ew li rex hemû welatên hevalbend in û got: ‘’NATO, Tirkiye jî di nav de bi biryardarî li rex hemû hevalbendên xwe ye. Em êrîşên Îranê yên li seranserê herêmê ên bêyî ferq û cudahî şermezar dikin.’’

BAHREYNÊ SERLÊDANÊN LEŞKERIYA XWEBEXŞ DA DESTPÊKIRIN

Bahreynê ragihand ku hemû welatiyên wê dikarin weke leşkerên xwebexş serlêdana xwe bikin. Hikûmetê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kesên xwebexş bi taybetî jî wê di qadên weke ‘’tenduristî, endezyarî, lojîstîk, rêveberî û çavdêriyê’’ de bixebitin û têkildarî mijara berbehs bang li hemû welatiyên xwe kir.