Li Îranê xwendekarekî endezyariya fezayê hat darvekirin

Xwendekarê endezyariya fezayê Îrfan Şakurzadeh ê ku li Îranê bi îdîaya ‘Sîxurî’ û ‘Hevkariya bi CIA û Mossad’ re kirin hatibû girtin, li girtîgeha Kizilhîsar a li bajarê Kerece hat darvekirin.

Îrfan Şakurzadeh, ku di sala 1997’an de ji dayik bûye, ji Beşa Endezyariya Elektrîkê ya Zanîngeha Tebrîzê mezûn bûye û mastera xwe li Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Îranê temam kiriye. Ew wekî ciwanekî serketî dihat dîtin.

Şakurzadeh di Sibata 2025’an de ji aliyê Muhafizên Şoreşê yê Îranê ve hate girtin. Hat gotin ku ew neh meh rastî êşkenceyê hatiye û demek dirêj di hucreya yekkesî de hatiye girtin.

Berî ku were darvekirin, Şakruzadeh name nivîsandiye û diyar kiriye ku îdîayên sîxuriyê yên li dijî wî hatine kirin, bêbingeh in. Her wiha anî ziman, ku ew neçar kirine bi zorê îfade bide û got, "Nehêlin mirovên din ên bêguneh, di nava bêdengî de werin kuştin."

Li Îranê bi taybetî di pêvajoyên dawî de li dijî muxalefetê operasyonên binçavkirinê û darvekirinê zêde bûne. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, Îran di cîhanê de piştî Çînê duyemîn welatê herî zêde darvekirin lê heye.

Li gorî daneyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) û rêxistinên din ên mafên mirovan, di sala 2025’an de herî kêm hezar û 639 kes li Îranê hatine darvekirin. Tê gotin ku ev hejmara herî zêde ya salên dawî ye.