Li Îranê ji ber alkola sexte 4 kes mirin, 5 kes bi jehrê ketin
Li bajarê Îranşehr ê li başûrrojhilatê Îranê ji ber alkola sexte herî kêm 4 kes mirin, 5 kes bi jehrê ketin.
Li bajarê Îranşehr ê li başûrrojhilatê Îranê ji ber alkola sexte herî kêm 4 kes mirin, 5 kes bi jehrê ketin.
Li gorî ajansa dewletê IRNA'yê, li bajarê Îranşehrê ji ber alkola sexte herî kêm 4 kes mirin.
Hate ragihandin ku 5 kes jî bi jehrê ketine û rewşa 2 ji wan giran e.
Li Îranê vexwarin û firotina alkolê qedexe ye, lê belê dem bi dem ji ber vexwarina alkola sexte mirov jiyana xwe ji dest didin. Polîsan diyar kirin ku li Îranşehrê sê kesên alkola sexte belav dikirin hatin binçavkirin.
Li welêt tenê ji Xiristiyan, Yahûdî û Zerduştî re destûr tê dayin ku li qadên derveyî cemaweriyê alkolê bi kar bînin.