Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Îranê girtî weke mertalên zindî tên bikaranîn

Îran girtiyên siyasî weke mertal bikar tîne. Tê îdîakirin ku li Girtîgeha Kizilhisarê girtî bi awayekî komî tên înfazkirin.

Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî, têkildarê rewşa girtiyên li girtîgehên Esfahan û Kizilhisarê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku piştî êrîşên Îsraîl-Emerîkayê, girtiyên siyasî û girtiyên din ên li Girtîgeha Esfahanê bi otobusan birine cihekî nediyar. Hat diyarkirin ku rayedarên dewletê, agahî nedane malbatan. Her wiha hat gotin ku girtî li navendên leşkerî hatine bicihkirin û wekî mertalên zindî tên bikaranîn.

Her wiha malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, ragihand ku rewş li Girtîgeha Kizilhisarê ya li Kerecê xirab e. Hat diyarkirin ku girtiyan li dijî şert û mercên xirab nerazîbûn nîşan dane û li dijî vê hêzên ewlehiyê gaza rondikrêj bikar anîn.

Malbatên girtiyan jî li ber girtîgehê kom bûne. Her wiha di dewama nûçeyê de tê gotin ku li girtîgeha Kizilhisarê girtî bi awayekî komî tên înfazkirin.

Kampanyaya "Na ji cezayên mirinê re", ragihand ku di meha dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 65 kes hatine darvekirin û sê kesên ku tevlî çalakiyan bûne jî cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.