Li gorî ajana nûçeyan a Mizan Online ku ser bi dadgeriya Îranê ve ye, kesên hatin darvekirin Ebulfazl Sepahi û Amir-Huseyin Safari ne.
Tê gotin, li Îranê cezayê darvekirinê piştî destpêkirina operasyona leşkerî ya DYE û Îsraîlê ya 28'ê Sibatê li ser Îranê zêde bû. Beşeke girîng a mirovên di dema dawî de hatin darvekirin xwepêşandêr in ku bi hinceta beşdariya li xwepêşandanên li dijî hikumetê hatin mehkûmkirin.
Li vî welatî xwepêşandanên şermezarkirinê yên dawiya meha Kanûnê li hemberî buhabûna jiyanê destpê kirin, di demeke kurt de veguherîn xwepêşandanên berfireh ên li dijî hikumetê. Çalakî di hefteya destpêkê ya meha Çileyê de gihîştibû asta herî bilind.
Rêveberiya Îranê qebûl kir ku di bûyeran de zêdeyî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û piraniya mirinan jî bi "çalakiyên terorê" yên bi îdîaya piştevaniya DYE û Îsraîlê ve girê da. Rêxistinên mafên mirovan ên li derveyî welat kar dikin jî dibêjin, di encama destwerdana hêzên ewlekariyê de bi hezaran kes hatin kuştin.
Di serî de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li gorî gelek saziyên mafên mirovan Îran piştî Çînê ew welat e ku herî zêde cezayê darvekirinê lê bi cih tê anîn.
Li gorî daneyên Iran Human Rights a li Norwêcê û "Ensemble contre la peine de mort" a navenda wê li Parîsê, di sala 2025'an de li Îranê herî kêm 1.639 kes hatin darvekirin.