Kurê Abbas ê mûltîmîlyoner ji bo Komîteya Navendî ya Fetihê hate hilbijartin

Yaser Abbas ku kurê mezin ê Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas e, ji bo Komîteya Navendî ya Tevgera Fetihê hate hilbijartin ku yek ji organên biryarê yên herî bi bandor e.

Mahmûd Abbas zêdeyî 20 sal in li ser desthilatdariyê ye û mijara cihgirê wî hîn neketiye rojevê. Mahmûd Abbas kurê xwe yê mezin Yaser Abbas li nava rêveberiya Fîlîstînê û El Fetihê bi cih kir ku ev yek bû cihê nîqaşan.

Hilbijartinên ku li gorî encamên pêşî tê kirin, di çarçoveya Kongreya Giştî ya 8'emîn a Fetihê de li Ramallah, Xeze, Qahîre û Beyrûdê di heman demê de hate kirin.

Tê gotin, hewl tê dayin ku bandora karsaz Yaser Abbas ê 64 salî ya li nava rêveberiya Fîlîstînê bê zêdekirin. Encama hilbijartinê jî nîqaşa li ser 'pêvajoya xelefiyet (cihgir)' a gengaz jinûve xist rojevê. Yaser Abbas ku salên dûr û dirêj e li Kanadayê dimîne, beriya bi pênc salan ji aliyê bavê xwe ve weke 'nûnerê taybet' hatibû wezîfedarkirin.

Li gorî encamên hilbijartinê yek ji kesayetên sereke yê Fetihê Mervan Barguti ku ji sala 2002'an û vir ve li girtîgeha Îsraîlê ye li şûna xwe ya Komîteya Navendî ma û bû ew kes ku dengê herî zêde wergirt.

Mûltîmîlyoner Yaser Abbas ê 64 salî, beşeke mezin a jiyana xwe li Kanadayê derbas dike. Abbas xwedî wan şîrketan e ku li Şerîa Rojava ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye karên tûtin û înşaetê dike. Abbas û birayê wî Tarik Abbas salên dûr û dirêj e têne sûcdarkirin ku çavkaniyên cemaweriyê ji bo karên xwe yên bazirganiyê bi kar tînin. Herdu bira jî van îdîayan timî red dikin.