Konseya Ewlekariyê Neteweyên Yekbûyî plana Xezeyê ya Trump pejirand
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di bin zexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de plana aştiyê ya ku Donald Trump ji bo Xezeyê amade kir bi 13 dengan qebûl kir.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di bin zexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de plana aştiyê ya ku Donald Trump ji bo Xezeyê amade kir bi 13 dengan qebûl kir.
Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di dengdanê de Rûsya û Çîn bêalî man. Sefîrê Bilind ê DYE'yê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz biryar weke "dîrokî û çêker" pênase kir.
Biryar bi rengekî fermî piştgiriyê dide plana aştiyê ku bingeha agirbesta navbera Îsraîl û Hamasê ye. Plan erkê dide ku li Xezeyê hêzeke aramiyê ya navneteweyî (ISF) li Xezeyê ava bibe.
Hîn nediyar e bê kîjan welat tevlî vê hêzê bibin, lê belê wezîfeyên wê bi vî rengî ne:
- Bi Îsraîl û Misrê re hevkariya ji bo ewlekariya sînor
- Demîlîtarîzasyona Xezeyê
- Bêçekkirina komên çekdar
- Parastina sivîlan
- Perwerdekirina hêzeke polîsan a Fîlîstînî ya nû.
Biryara ku Rêveberiya Fîlîstînê jî piştgiriya wê dike, destnîşan dike ku "Komîteya Aştiyê" bê avakirin ku heta 31'ê Kanûna 2027'an wezîfeyê bike. Ev komîte ku weke organa rêveberiya demkî ya Xezeyê ye, li gorî plana ji 20 xalan, tê plankirin ku ji aliyê Donald Trump ve bê birêvebirin.
Trump qebûlkirina biryarê weke "Yek ji erêkirinên herî girîng ên dîroka Neteweyên Yekbûyî" bi nav kir û îdîa kir ku ev yek "Wê hîn bêhtir aştiyê bîne tevahiya cîhanê."
Ji pêşnûmeyên beriya niha cudatir, biryar yekemcar ihtimala avakirina dewleteke Fîlîstînê bi eşkere destnîşan dike.
Rûsyayê diyar kir ku biryar di mijara avabûna dewleta Fîlîstînê de zêde bi pêş ve neçûye, lewma rexne kir.
Hamasê jî ragihand ku ew biryarê red dike. Rêxistinê diyar kir ku biryar bi têrkerî bersivê nade mafên mirovî û siyasî yên gelê Fîlîstînê.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric qebûlkirina biryarê weke gaveke girîng ji bo xurtkirina agirbestê pênase kir.