Kalkan: Em ji rastiya pêvajoyê bawer dikin, lewma dimeşînin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan anî ziman ku ew ji rastiya pêvajoya Rêber Apo bawer dikin, lewma dimeşînin. Kalkan işaret bi êirşên şerê taybet ê li Kurdistanê kir.

DÛRAN KALKAN

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan ji Medya Haber TV re axivî, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, lihevkirina Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îranê, êrişên şerê taybet û di şexsê Zîlan de xeta fedaîtiyê nirxand. Hevpeyvîna bi Dûran Kalkan re bi vî rengî ye:

Nîqaş li ser pêvajoyê tê kirin. Nîqaşên cidî hene, lê belê rewşeke cidî ya nediyar jî heye. Gelo wê qanûn bê derxistin an na? Nîqaşeke bi vî rengÎ heye. Hûn hem vê rewşa nediyar hem jî nêzîkatiya giştî ya li pêvajoyê çawa dinirxînin?

Beriya her tiştî Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Nêzî mehek e careke din hevdîtin pê re nayê kirin. Em nizanin bê rewş çi ye. Lê belê herî dawî di hevdîtina 24'ê Gulanê de hatibû gotin ku wê qanûnek bê amadekirin, heman piştî cejnê wê bi lez bê nirxandin û zelalkirin, metn wê ji Rêber Apo re biçe û agahiya me jî jê çêbibe. Di mehên Adar û Nîsanê de jî rewşeke bi heman rengî hebû. Lê belê wê demê ev pêk nehat. Niha jî plansaziyeke bi heman rengî çêbû. Cejn derbas bû, gotin wê sê roj piştî cejnê bibe. Hate ragihandin ku Rêber Apo li ser naveroka qanûnê pêşnûmeyeke nivîskî pêşkêş kiriye. DEM Partiyê digot, wan pêşnûmeyên xwe amade kirine. Bi AKP'ê re, bi Serokê Meclîsê re hevdîtin kirin. Niha jî tê gotin, wê qanûna çarçoveyê be, ji 7-8 xalan pêk were. Lê belê tê gotin, gelekî dereng tê xistin. Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin. Li holê hîn jî metneke şênber nîne. Agahiyek ji bo raya giştî nîne. Li ser naveroka wê agahiya me jî nîne. Em li bendê ne. Eger qanûn bigihêje me em ê nêrînên xwe bibêjin.

Lê belê em vê yekê destnîşan bikin: Me Rêber Apo kir muzakerevanê xwe yê sereke. Rêber Apo vê wezîfeya xwe van karên xwe dewam dike. Di vir de ti cudahî nîne. Lê belê weke Tevger, weke jin, mêr, ciwan, extiyar kesayetên Kurd di nava 14-15 mehan de me helwesta xwe timî bi şênberî danîn holê. Me got, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya her tiştî ye. Kilîd wê ji vir vebe. Divê Rêber Apo bibe xwedî mercên kar û jiyanê yê azad. Eger ev bibe wê qanûn xwedî naverokekê be. Wê ji aliyê me ve hêja bê dîtin, em ê binirxînin. Lê belê xwedî naverokeke bi vî rengî nebe, ev yek xeta me ya sor e. Biryara me ya kongreya 12'emîn bû. Ku biryara kongreyê divê bi cih bê anîn, kes nikare berevajî biryara kongreyê tevbigere. Eger li gorî vê yekê nêzîkatî neyê nişandan, ez ê tiştekî nebêjim lê belê weke tevger û gel em ê bi erênî lê nenihêrin. Beriya her tiştî em vê yekê destnîşan bikin. Bila nêzîkatiyeke cuda neyê nîşandan.

Aliyê din jî ev qanûna çarçoveyê ye. Ji bo vegerê bi qasî ku me fêhm kiriye di halê hazir de zêde qala demokratîkbûnekê, entegrasyoneke demokratîk, qanûna azadiyê nayê kirin. Ev yek dibe ku pêşî veke. Eger bê derxistin dibe ku dewama wê bê. Xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ye. Lewma ne hemû qanûn. Ne rewşeke ku nikaribe bê kirin. Dewletê heta niha di bin navên cuda de qanûnên bi vî rengî derxistin. Hîn jî bi wî rengî tevdigere, bi qasî ku me fêhm kir vê qanûnê jî di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de dinirxîne. Lewma ji bo qanûnîkirina pêvajoyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê xwe nade ber avêtina gavên qanûnî. Ji xwe di belavoka encamê ya civîna dawî ya Desteya Ewlekariya Milî de ev yek diyar bû. Mirov dema ku wê dibîne ji bo zêde bi hêvî bibe, sedemekê nabîne.

BELAVOKA ENCAMÊ YA MGK'Ê NÊZÎKATIYA DESTHILATDARIYA AKP'Ê Û DEWLETA TIRK NÎŞAN DIDE

Belavoka encamê ya civîna Desteya Ewlekariya Mîlî (MGK) a 18'ê Hezîranê bi rastî jî nêzîkatiya desthilatdariya AKP'ê û dewleta Tirk radixe pêş çavan. Xusûsên ku me heta niha bi şêweyên cuda nîqaş dikir, xuya ye bi fermî qebûl kirine. Hîn jî di çarçoveya terorê de pêvajoyê dinirxînin. Wê bi çi rengî li hemberî rêxistinên terorê têbikoşin, qala wê dikin. Tiştekî nû nîne, guhertinek nîne. Li Desteya Ewlekariya Mîlî guhertinek nîne. Weke belavoka Desteya Ewlekariya Mîlî ya beriya 2, 4 meh, yan jî 4 salan e. Xuya ye hemam metnê didin. Ji ber ku di gotinan de jî nûbûnek nîne. Em çapemeniyê rexne dikin, derdorên cuda rexne dikin. Li ser zimanê ku bi kar tînin. Zimanê Desteya Ewlekariya Mîlî jî li holê ye. Rewşeke welê ye ku hîn jî weke 'rêxistina terorê ya PKK'ê dinirxîne. Xuya ye Desteya Ewlekariya Mîlî dixwaze PKK dewam bike.

Halbûkî PKK hate fesixkirin. Qet li ber çavan negirtine. Di ziman de guhertinek nîne. Ji lîsteyê jî neketiye. Ev eşkere ye. Mirov vê encamê ji wê yekê dikare derxîne: Dixwazin PKK dewam bike. Vê daxwazê dixwazin. Ji wê belavokê ev tê fêhmkirin. Lê belê ew şaş in, em bi biryar in. Me PKK guhert. Vegera ji vê gulhertinê wê nebe. Vegera li PKK a berê wê nebe. Me ew kir malê dîrokê. Li Desteya Ewlekariya Mîlî yan jî li desteyeke din çiqasî bixwazin jî wê ev nebe. Ji ber ku hevsengiyeke siyasî ava bûye. Li ser têkoşîna PKK'ê rantxuriyeke mezin ava bû. Bi guherînê re her kes neçar dimîne ku xwe biguherîne. Li pêşberî vê guherîna PKK'ê gelek derdorên rantxur ranta xwe winda dikin. Yanî yên ku divê siyasetê hilberînin, guherînê bikin ji guherînê ditirsin. Û gelek derdorên berê daxwaza PKK a berê dikin. Dixwazin dewam bike. Wê neke. Ez wê bi şênberî bibêjim. Çiqasî dixwazin bila binivîsînin. Lê belê ev wê dewam neke.

Dawiya dawî vê bibêjim. Dewletê jî, AKP'ê jî nêrîna xwe bi civîna Desteya Ewlekariya Mîlî nîşan da. Me bi neguhertinê, bi filan tiştî sûcdar dikin, lê belê yên ku qet neguherîne ew bi xwe ne. Guhertineke biçûk jî nakin. Ne guhertina mejî û siyasetê. PKK'ê têkildarî xwe biryar da. Têkildarî wê zimanê xwe jî naguherînin. Wê demê çawa dikarin ji hinekî din guhertinê bixwazin? Çima ewqasî bi ser PKK'ê ve diçin? Di çapemeniya şerê taybet de bi gotina 'filan tişt nabe' her roj şerê psîkolojîk bilind dikin. Ev rewşeke ne cidî ıye. Divê cidî bin. Em vê bibêjin; Em ê li ya berê venegerin. Em vê pêvajoyê ne ji bo dewletê, ne ji bo AKP'ê dimeşînin. Em ji rastiya vê pêvajoyê bawer dikin, lewma dimeşînin. Rêber Apo ev yek weke pêvajoyeke têkoşînê pênase kir. Em jî tevlî bûn. Em vê têkoşînê dimeşînin û em ê bimeşînin.

Dema ku qala pêvajoya têkoşînê tê kirin hinek li bendê ne ku gelo wê li ya berê vegerin. Gelek derdor li nava rastgirî û çepgiriyê hene ku li bendê ne ku PKK li ya berê vegere. Ev belasebep li bendê disekinin. Bendewariyeke bêkêr e. Me guhertin pêk anî. Em ê têkoşîna vê jî dewam bikin. Têkoşîna me ya demokratîkbûn, çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd wê li ser bingeha stratejiya siyaseta demokratîk dewam bike. Ev pêvajoyeke têkoşînê ye. Me her tim got. Em ê bi têkoşînê vî karî bimeşînin. Lewma em ne li bendê ne ku kî wê çi bide. Divê kes jî ne li bendê be. Divê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin û têbikoşin. Divê em têkoşînê hîn mezin bikin, belav bikin û bi pêş ve bibin. Wê demê wê encamek bê bidestxistin.

Em pêvajoya heyî ji aliyê erênî ve, ji aliyê çalakiyan ve binirxînin. Li Stenbolê konferana veguherîna demokratîk a komarê hate lidarxistin. Piştre li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk pêk hat. Li Ewropayê çalakî têne lidarxistin. Têklidarî van hûn dikarin çi bibêjin?

Belê, pêvajoya têkoşînê ye. Lewma têkoşîn tê kirin. Pêvajo dimeşe. Hêza dewlet, desthilatdarî, derdorên faşîst, neteweperest û rantxurt ne xwedî wê hêzê ne ku pêvajoyê asteng bikin. Em destpêkê wê bibêjin. Her ku diçe bi pêş ve diçe, belav dibe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi têkoşîneke piralî bi pêş ve diçe. Dikarim vê yekê bi zelalî bibêjim. Hat asteke hîn li pêş û bi pêş ve jî diçe. Li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêşketinên xurt û bi bandor dibin. Têkoşîn di vê çarçoveyê de ye. Lewma tişta ku we anîn ziman rast e. Têkoşîn heye, divê bi bandor bê meşandin. Têkoşîna di vê çarçoveyê de tê meşandin silav dikim. Serketinê jê re dixwazim. Ji her kesî re vê dibêjim; divê em vê têkoşînê hîn mezin bikin, bêhtir belav bikin, bi rê û rêbazên nû û afirîner bimeşînin. Di têkoşînê de divê em encamgir bin. Mirov dikare vê bibêje.

Lewma çalakiyên gelekî girîng û bi bandor hene. Beriya her tiştî di çarçoveya mafê hêviyê de name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hatin şandin. Ji sendîkayên navneteweyî, akademîsyen, rewşenbîrên ku Xelata Nobelê wergirtine, ji dehan, sedan kesayetiyan name hatin şandin û piştgirÎ ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serketina pêvajoyê re hate dayin. Silavên xwe yên taybet ji wan re dişînim. Ev xaleke girîng bû.

Her wiha li Strasbourgê 14 sal in gelê Kurd ji bo Rêber Apo di çalakiya nobeda azadiyê de ye. Di nava çalakiya nobeda azadiyê de ye. Ev çalakiya dîrokî derbasî sala 15'an dibe. Bi rastî jî çalakiya me ya herî demdirêj e. Weke gel, weke tevger em dikarin bibêjin çalakiya azadiyê ye. Ji ber vê jî yên ku çalakiyê dimeşînin, jin, mêr, gelê me yê li Ewropayê ji ber vê helwestê pîroz dikim. Ev helwesteke gelekî girîng e. Israra li ser vê yekê, fedakarî û hewldana ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelekî bi wate ye. Bawer im ku di sala 15'emîn de çalakî wê bi serketî dewam bike. Wê hîn xurt bibe. Wê rêbazên nû lê zêde bibe. Strasbourg cih, qadeke girîng e. Çalakiya li wê derê gelekî bandorê li Ewropayê dike. Ji ber vê jî di salvegerê de vê çalakiyê pîroz dikim. Di sala 15'emîn de çalakgerên nobeda azadî ji Rêber Apo re silav dikim, serketinê ji wan re dixwazim.

Li Tirkiyeyê jî pêşketinên erênî dibin. Çalakî hene. Hate ragihandin ku wê di 27-28'ê Hezîranê de bêne lidarxistin. Li Mersîn, Stenbol, AMed û Wanê. Hewldan hene. Dem bi dem têne lidarxistin. Girîng e. Serkretinê ji wan re dixwazim, silav dikim. Ez bawer dikim ku wê xurt bin, divê xurt bin. Divê civaka Kurd karibe helwestê nîşan bide. Divê neyê gotin ku encam ji van çalakiyan nayê. Bandora xwe girîng e. Divê vê yekê zanibe û çalakî bi rengekî hîn mezintir bêne lidarxistin. Di heman demê d nîqaş hene. Konferansên girîng li Stenbol û Amedê hatin lidarxistin. Di 13-14'ê Hezîranê de konferansa veguherîna demokratîk a di sedsala duyemîn a komarê de pêk hat, ku gelekî girîng bû. Nîqaşên gelekî hêja û cidî hatin kirin. Agahiyên nû hatin destnîşankirin. Nêrîn hatin parvekirin. Ji wê jî wêdetir rêyên çareseriyê hatin vegotin. Hate ragihandin ku divê fikir derbasî pratîkê bibe. Li ser vê bingehê qala Tifaqa Komara Demokratîk, Tevgera Komara Demokratîk hate kirin. Em di wê baweriyê de ne ku pêşketinên bi vî rengî wê ji wê konferansê derkevin. Bi rastî jî di sedsala duyemîn de veguherîna Komarê şert e. Eger Komara Tirkiyeyê ji aliyê demokratîk ve veneguhere di sedsala duyemîn de nikare bimîne. Divê her kes vê zanibe, qebûl bike. Divê neyê gotin ku weke sed sala yekemîn em ê dewam bikin. Bi gelek zor û zehmetiyan hat heta niha.

TENÊ DEMOKRATÎKBÛN DIKARE CIVAKA TIRKIYEYÊ BIGIHÎNE PAŞEROJÊ

Di mercên heyî yên cîhanê, mercên şer ê herêmê de qala pirsgirêka mayindebûnê tê kirin. Naxwazim van dubare bikim, lê belê tenê demokratîkbûn dikare civaka Tirkiyeyê bigihîne paşerojê. Wê Tirkiyeyê nû bike, di nava êrişan de li ser piyan bihêle, biparêze û bimeşîne. Ji ber vê jî demokratîkbûn, veguherîna demokratîk divê. Komara neteweperest, laîk a CHP'ê hebû. Dema destpêkê bi vî rengî derbas bû. Niha Komara neteweperest olperest a AKP'ê heye. Ev feraset êdî derbas bû. Neteweperestiya laîk jî, neteweperestiya olî jî dema xwe tijî kirine. Êdî demokratîkbûn divê. Divê hemû pêl demokratîk bibin. Neteweperestî jî divê demokratîk bibe. Sosyalîzm jî divê demokratîk bibe. Demokrasiya civakî ji xwe divê xwe pênase bike. Îslam jî divê demokratîk bibe. Tenê mejiyê demokratîk dikare van îdeolojiyan dewam bike, nRû bike, bike yek. Tenê di nava atmosfera siyaseta demokratîk de ev dikarein bi hev re welêt, civakê bi rê ve bibin.

Di vê çarçoveyê de Konferansa Îslama Demokratîk a li Amedê gelekî hêja bû. Cewhera demokratîk a Îslamê li ser bingeha Peymana Medîneyê hate destnîşankirin. Me hewl da bişopînin. Li ser vê bingehê hate ragihandin ku Îslameke ji dewlet û desthilatdariyê dûrketî, Îslameke girêdayî civakê, Îslama demokratîk hêza bingehîn a civaka demokratîk e. Gelekî girîng û bi wate bû. Bi vî rengî di nîqaşan de hate nîşandan ku di avakirinan civaka demokratîk de nêzîkatiya demokratîk a li ol çiqasî girîng e, bi wate ye û demokratîkbûna hemû olan çiqasî pêwîst e. Nîşan da ku civaka demokratîk bi çi rengî dikare bê afirandin. Hem veguherîna demokratîk a komarê hem jî birêxistinbûna civaka demokratîk mercên pêkhatina entegrasyona demokratîk nîşanî me dide. Eger komara demokratîk û avakirina civaka demokratîk pêk were, entegrasyona demokratîk tenê di nava van de dikare bibe.

Ji bo entegrasyona demokratîk pêwîstî bi komara demokratîk û civaka demokratîk heye. Bi vê konferansê re ev yek hate nîşandan. Divê ev dewam bikin, nîqaş bêne kirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşî li van nîqaşan vekir. Zimanê wan vebû, astengî, qedexe ji holê rabûn. Rewşenbîr diaxivin, derdorên Îslamî diaxivin, ciwan diaxivin, jin diaxivin. Bê navber civîn, nîqaş têne kirin. Li paşeroja Tirkiyeyê digerin. Li paşeroja Kurdan digerin. Ji vê baştir nabe. Ya ku divê bibe ev e. Mînaka herî şênber a ku em nîşanî wan derdoran bidin ên ku timî bi neyînî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dinihêrin ev e. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dimeşe. Li ser bingeha pêşîvekirinê dimeşe. Pêşketinan diafifrîne û dimeşe. Zziman vebû, hêvî da, bawerî da mirovan. Mirov diaxivin, bi hêvî li paşerojê dinihêrin, baweriyê bi xwe tînin. Ev gelekî girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku li ser vê bingehê têkoşîn wê hîn mezin bibe, bi pêş bikeve û belav bibe.

Bang li her kesî dikim ku li ser bingeha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derkevin û bi serketî bi cih bînin. Jİ xwe ev ji me re dihate gotin: Têkoşîna çekdarî dibe asteeng. Me jî sekinand, de fermo. Li ser bingeha siyaseta demokratîk bila her kes wezîfeya xwe bike. Ya rast di wê çalakiya şewitandina çekan de dema ku envantera çekan ji berpirsyarê ÎHD'ê re hate dayin, daxuyaniyên baş kirin. Gotin, 'Ne tenê lîste dan me; wezîfe û berpirsyarî jî dan me'. Gotin, 'Vaye berpirsyariya siyaseta demokratîk, têkoşîna siyasî ya we ye, em radestî we dikin'. Daxuyaniyeke rast bû, fêhmkirineke rast bû. Wê demê bila pêwîstiyên wê bi cih bêne anîn. Em wekî din çi bibêjin? Divê her kes li ser vê bingehê nêzîk bibe, wezîfe û berpirsyariyên xwe yên li pêşberî pêvajoyê di pratîkê de bi serketî bi cih bînin.

Dema ku pêvajoyê destpê kir, hate gotin ku divê aliyekî sêyemîn hebe, nîqaşeke bi vî rengî hebû. Di rapora Parlamenta Ewropayê de jî qala vê yekê tê kirin. Tê gotin ku dikare bibe navbeynkar. Her wiha ji Elmanyayê jî daxuyaniyên bi vî rengî hat. Li ser hebûna aliyekî sêyemîn gelo nêrîna we çi ye? Pêwîstî bi aliyekî sêyemîn ji bo pêvajoyê heye?

Belê, daxwazên bi vî rengî hene û dema dawiyê zêdetir bû. Pêvajoyê pêşî li wê jî vekir. Lewma ev bandoreke Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Konferans têne lidarxistin, meş pêk tên. Li hundir û derve rewşenbîr, akademîsyen, her kes tevlî têkoşînê dibin. Ev hemû berhemên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Divê bi vî rengî bê dîtin. Niha bangên bi vî rengî ıhatin kirin. Herhal ev dîtin. Ev kar dimeşe, wê hinek bimeşîne. Em i derve nemînin. Reflekseke bi vî rengî derkete holê. Tiştên bi vî rengî hene. Helwesta Wezareta Karên Derve ya Elman li rojnameya Ozgur Polîtîkayê hate weşandin. Peymanek beriya 30 salan, di sala 1996'an de bi Rêber Apo re hate îmzekirin, metna wê weşandin. Bang hebû, daxwaz hebû. Bi gotina, bila bibe navbeynkar, pêvajoya aştî û çareseriyê bi pêş bikeve. Rêber Apo ji wê demê ve dixebitî. Ev ne pêvajoyeke ku niha destpê kiriye. Pêvajoyeke ji 30-35 salan e. Piştî ku ew hate weşandin û pirsên bi vî rengî hate kirin, Wezareta Karên Derve ya Elman bang kir. Got, eger daxwaz bê kirin em ê piştgiriyê bidin, bibin navbeynkar. Parlamenta Ewropayê jî heman tişt got. Saziyên cuda jî hene. Saziyên ku dewletên Ewropayê eleqedar dikin. Li Ewropayê meyleke bi vî rengî heye.

Em ji bo vê çi bibêjin? Em ne li dijî tiştên bi vî rengî ne. Dikare bibe, em nabin asteng. Lê tenê bi daxwaza me nabe. Tiştên bi vî rengî bi esasî bi helwesta Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Divê bi wir re eleqedar bibin. Bangên wan ji wir re be. Em spasiya her kesî dikin ên ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hewl didin. Em her hewldanê hêja dibînin. Bi wate dibînin û qîmetê didin her hewldanê. Lê belê tenê bi daxwaza me ev mijar nabe. Divê aliyê hember jî bike, Tirkiye bike. Lê di vir de vê bibêjim. Eger Tirkiye bê nuqteya ku vê daxwazê bike, ji xwe pêwîstî wê bi xwestinê nemîne. Wê bi xwe pirsgirêkê çareser bike. Pirsgirêk gihîştina Tirkiyeyê ya li vê nuqteyê ye. Eger Tirkiye çareseriyê bike ne pêwîstî bi Parlamenta Ewropayê ne bi dewleta Elman, ne jî bi cihekî din dimîne. Mesele ew e ku dema nehat polîtîka û feraseta çareseriyê polîtîka û feraseteke bi vî rengî bê afirandin, hewldaneke bi vî rengî bê kirin. Naxwe wateyeke xwe nîne ku bê gotin, çareserî dibe ez jî tevlî bibim.

Ji ber vê dikare ji Tirkiyeyê bê xwestin. Ne tenê ji Tirkiyeyê bixwazin. Eger bi rastî jî ji van baawer dike, divê têkoşîneke bi vî rengî bimeşînin. Di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re divê qala van bikin. Divê qala pirsgirêka çandê bikin, pirsgirêka demokrasiyê bikin. Gelek têkilî û tifaqên xwe hene. Tirkiye ne li derveyî Ewropayê ye, bi her tiştên xwe bi Ewropayê dimeşe. Bi rêveberiya heyî re bi hêsanî dixebitin. Lê belê eger bi rastî jî dixwazin hin tiştan bikin, dikarin niha bikin. Lê welê nakin. Wê çi bibe, Tiriye wê bibêje ez vî karî dikim, hûn jî werin tevlî bibin? Ji xwe bi xwe dike. Wateyeke wê nîne. Lewma bangên Ewropayê hevgirtî nînin. Divê hîn bi bandor têbikoşin. Ji xwe Ewropa ji vê meseleyê berpirsyar e. Ewropayê ev mesele afirand. Îngilistan û Fransayê afirand. Li ser Tirkiyeyê, Îranê, filan û bêvan hişt. Lê belê yên ku bi esasî afirandin ew in. Em bi vê zanin. Wekî din, Rêber Apo ji sînorê Elman vegerandin û şandin Îmraliyê. Serokwezîrê Îtalyayê Massimo D'Alema çû Elmanyayê, çû Fransayê. Got, em konferansa Kurd lidar bixin, dema ku Rêber Apo li Romayê bû. Elmanya jî Fransa jî ev red kirin wê demê. Qebûl nekirin. Eger qebûl bikira wê pêvajoyeke bi vî rengî rû nedabûya. Ewropa wê di çareseriyê de bi bandor bûya.

EWROPAYÊ EV PIRSGIRÊK AFIRAND, DIVÊ BI BERPIRSYARIYA ÇARESERIYA WÊ RABE

Rêber Apo bi çûyîna Romayê re ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd înîsiyatîf ji Ewropayê re amade kir, ava kir. Li ser sifreya zêrîn derfetek pêşkêş kir. Lê red kirin. Elmanyayê biryara girtina Rêber Apo da. Bi esasî diviyabû ji Romayê bigirta û bibira Elmanyayê. Piştî ku Rêber Apo daket Romayê biryara girtinê tavilê rakirin. Qedexeya ketina Elmanyayê danîn. Weke mirovê nayê xwestin îlan kirin. Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê divê van jî bixe rojevê, zanibe, lêkolîn bike. Gelo têkildarî van nirxandineke xwe heye? Xwerexnekirinek heye? Lêborînê dixwaze ji ber van kiryarên xwe? Berê çawa nêzîk bûn? Derdorên bi vî rengî piştî ku helwestek bi vî rengî nîşandan û gotin em ê piştgiriyê bidin, Rêber Apo ev ji wan re gotibû; 'Bila nebin si, em tiştekî din ji wan naxwazin'. Hema bibêje me gihîştine wê pozîsyonê ku heman tiştî bibêjin. Ji ber vê jî pênaseya 'Eger daxwaz bê kirin em bê bikin' pênaseyeke rast nîne. Dixwazim wê vebêjim. Ev nêzîkatî divê biguhere.

Eger bi rastî jî dixwazin bibin alîkar, piştevan, eger bi rastî jî dixwazin ji demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd re bibin alîkar hingî gelek firsend û derfet li ber destê wan hene. Bi gelek rê û rêbazan dikarin bikin. Yê bixwaze bike wê bike. Ji ber ku zêde naxwazin tiştên bi vî rengî dibêjin. Lewma em hevgirtî nabînin. Divê hîn hevgirtî bin. Hatiye vê nuqteyê. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di vê astê de ye. Ewropayê ji Tirkiyeyê bêhtir ji PKK'ê re digot rêxistina terorê ye û êriş dikir. Vaye PKK'ê xwe fesix kir, ji holê rakir. Yekîtiya Ewropayê li ser vê yekê nirxandineke çawa kir? Li ser vê bingehê kîjan nêzîkatiyan nîşan didin, kîjan biryaran didin, wê çi bikin? Em zêde tiştekî nabînin. Li benda Tirkiyeyê ne. Piştî ku Tiriye bike wê bibêjim em dikin. Ya ku Tirkiye dike wê qebûl bikin. Piştî ku Tirkiyeyê kir, ma wê çi pêwîstî bi Ewropayê bimîne? Ya girîng ew e ku dema nehat kirin kar bê kirin, ji bo vê hewl bê dayin. Jİ ber vê yekê pêwîste cidî û rast bin. Divê hewldanên xwe hîn zêde bikin.

Ne ku li benda banga hinekan bimîne, divê Ewropa bi berpirsyariya çareserkirina vê pirsgirêkê rabe ku bi xwe afirandiye. Divê dest ji polîtîkaya berjewendiya di ser Kurdan re berde. Hîn jî hewl dide ji aliyê aborî, bazirganiyê ve berjewendiyê jê werbigire. Ne ku em bi vê nizanin. Li Rojava komek Kurd hene, xwe dane ser pişta wan. Hewl didin li ser Kurdan qezencê bi dest bixin. Qala vebûna dîplomatîk dikin. Ma em nizanin bê çi ye? Rêber Apo ji bo vê polîtîkayê got 'Ji kîvroşk re dibêjin bireve, ji tajî re jî dibêje bigire'. Divê yekîtiya Ewropa dest ji vê polîtîkayê berde. Bi rastî jî divê xwedî li nirxên demokratîk derkeve. Divê bi pîvan û nirxên demokratîk nêzî Kurdan bibe.

Dema ku we behsa pêvajoyê kir, we bal kişand ser nediyariya heyî. Cihekî din a ku nediyarî lê heye, rewşa DYE û Îranê ye. Behsa peymanekê tê kirin, lê li wir jî pir nediyarî hene. Niha peymaneke wiha heye, lê Îran di hundir de zextên cidî pêk tîne. Hîna darvekirin dewam dikin. Gelo em dikarin vê rewşa heyî ji bo Îranê têrker bibînin? Gelo Îran bi vî rengî dikare xwe ji bo siberojê rizgar bike?

Niha yek, şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê şerê gelên Îranê nebû. Şerê gelên Rojhilata Navîn nebû. Şerê berjewendiyên sîstema modernîteya kapîtalîst, desthilatdarî û sîstema dewletê bû. Jixwe li ser bazirganiya li Kendava Hurmuzê kîlît bû. Em dibînin. Divê ev were tespîtkirin. Ji wî alî ve ev derdor bi rastî jî ger şer rawestînin, bila demildest rawestînin. Pêdiviya civakan bi  vê heye. Gelên Îranê ji ber zirarên vî şerî bi dehan sal paş çûn. Gelo dê vê çawa telafî bikin? Bi rengê ku em peymanê çêdikin û hevdîtin çêdibin, weşanê dikin. Çi diqewime, pir ne diyar e, ya rast zêde bawerî jî nade. Mijûlkirin heye, hîle heye, berjewendî heye. Di dema wî şerî de çawa bêpîvan hêza teknîkê ya tuneker û çek bi kar anîn.

Wiha bi rengekî hilweşîner. Niha bi rêya dîplomasî û siyasetê jî mijûl dikin. Bila mijûl nekin. Eger peymanê çêdikin, bila demildest çêbikin. Gelên Rojhilata Navîn û Îranê vê dixwazin. Ez dikarim vê zelal bêjim. Dikarin bêjin, gelo ma tu nûnerî? Lê ez jî kesekî li vir dijîm e. Kêm zêde ez dikarim kesên li Rojhilata Navîn dijîn, çi dixwazin. Lewma ya herî rast, di zûtirîn dem de şer were rawestandin. Ev yek wê pêşiya gelên Îranê veke. Wê nehêle Îran zêdetir zirar bibîne.

Ya duyem, DYE’yê li Îsraîlê gotina xwe got. Hemû hêza teknîkê bi kar anîn. Îran jî û Îsraîl-DYE jî serketin îlan kirin. Lê çawa bû serketin? Çawa du alî ji şerekî serketî derdikevin? Ne derketin. Di rastiyê de kî serketî derket? Şîrketên çekan, tekelên wan bi serketî derketin. Yên herî zêde ji şer qezenc kirin, tekelên çekan bûn. Em dikarin vê zelal bêjin. Lê di vî warî de rejîma Îranê jî bi pêkanînên li ser gel gotina xwe got. DYE û Îsraîlê jî bi êrîşên xwe got. Lê êdî bes e. Ya din jî gotinên civaka Îranê hene. Bila vî şerî rawestînin ku em binêrin û bizanin ka civaka Îranê çi dibêje. Bila daxwaz û fikrên gelên Îranê derkevin holê. Bila cihek hebe ku ew gotinên xwe lê bêjin. Ev girîng e. Ev gotin wê di kîjan alî de bin? DYE nizanim dibêje, ez ê vê bigirim. Rejîma Îranê dibêje ez ê wisa bikim. Civaka Îranê wê demokrasiyê bixwaze. Teqez wê veguherîna demokratîk bixwaze.

Ya sêyem, ev şer qewimî, hinek tişt qewimîn. Îran hate guhertin, tê guhertin. Teqez wê hîn zêdetir were guhertin. Têkildarî vê yekê dem çawa çêdibe, wê bi kîjan rêbazan pêş bikeve, em nizanin. Lê wê li Îranê guhertin, veguhertin çêbibe. Ya berê nikare êdî bijî. Wê kî bide jiyîn? Ma ev pêkan e? Niha mirov dikare nêzîkatiyên DYE’yê jî weke hewldana ji bo hinekî ya heyî bide jiyîn, binirxîne. Ditirse, gelo eger hilweşe wê çi bike? Dibe li ser wan jî hilweşe, di bin hilweşînê de bimînin. Mirov dikare bifikire ku wê tirsê dijîn. Ev guhertin û veguhertin, wê bi rengê demokratîk be. Ne mîna pêşdîtina DYE’yê wê monarşî be, ne jî wê mîna Komara Îslama heyî dewam bike. Guhertin û veguhertin wê li ser bingehê demokratîkbûnê pêk were. Civaka Îranê û gelên Îranê demokrasiyê dixwazin. Civaka ji demokrasiyê re vekirî û amade ye. Civaka ku nirxên wê yên demokratîk û zanebûna demokratîk herî xurt, civaka Îranê ye. Ji vî alî ve êdî monarşî jî hate derbaskirin, dema Komara Îslamê hate derbaskirin. Tişta ji bo Îranê pêwîst, dema Komara Demokratîk e. Êdî wê bibe Îslama demokratîk.

ÎRAN DIVÊ JI TIŞTÊN QEWIMÎ, DERS DERBIXE

Herî dawî ez vê jî bêjim, em çima van diaxivin. Dewleta Îranê, molayan, rêveberiya wê ewqasê digot nizanim çi û çi. Lê niha bi Emerîka re hevdîtinê, li wir hevdîtinê, li vir hevdîtinê dike. Bi gelek derdoran re hevdîtinê dike. Eger Îsraîl bixwaze, dê bi wan re jî hevdîtinê bike. Lê, bi civaka xwe re hevdîtinê nake. Bi derdorên siyasî yên navxweyî re hevdîtinê nake. Mesele, bi nûnerên Kurdan re hevdîtinê nake. 15 sal in Kurd bi Îranê re di pozîsyona agirbestê de ne û berpirsyariya me heye. Em hêzeke afirêner û xwedî kontrol a vê agirbestê ne. Wisa hate diyarkirin. Lê bi her kesê re hevdîtinê dikin, bi Kurdan re hevdîtinê nakin. Ev nabe.

Lê me jî dikarî ev rewş hêsan kiriba. Me çend caran got jî. Evane hemû hatin serê Îranê, ji ber ku bi tena serê xwe biryar da. Min her tim got. Rêveberiya Îranê eger polîtîk tevbigere, rewşên wiha dernaxe holê, destûr nade, lê berevajî çêbû. Ev qewimî. Divê ji vir ders derbixe. Divê demokratîk be. Divê hemûyan tevlî bikin. Ji vî alî ve me dikarî rol bilîzin. Hîna jî em di wê pozîsyonê de ne. Lê bi çavê dijminan li Kurdan û nûnerên gelên din dinerin. Wisa nabe. Divê teqez li vir guhertin û sererastkirin, hebe. Em bawer dikin, wê çêbibe. Eger di vî alî de gav bên avêtin, em ê hêz bidin, piştgirî bidin. Dibe geşedanên girîng jî biqewimin. Bes bila gavên demokratîk hebin.

Gelên Îranê sekneke girîng raber kirin li dijî van zehmetiyan. Kurdên Rojhilat di nava sekneke saxlem de ne. Divê vê helwest û sekna xwe, bi xwe zanekirin û rêxistinkirinê, dewam bikin. Lê em tiştekî din jî zêde bikin. Îran divê darvekirinan rawestîne. Bi rengê Îran tenê ya min e, ez ê her kesê ji dervey xwe bikujim, nabe. Bi ev qas zext û darvekirinan, rejîm zirarê dide xwe. Bi destê xwe gora xwe dikolin. Lê belê li dijî êrîşên jiderve, civak bi sebir li bendê ma. Nebû amûra ti tiştî. Lê niha eger evqas zext, tundî û darvekirin li vê civakê were ferzkirin, ne diyare ka dê ji wê civakê çi derkeve. Lewma divê pêkanînên zextê yên mîna darvekirinê, kêm bike. Yan wê di civakê de bertek çêbibin. Weke hişyariyekê em dikarin vê bêjin.

Bi destpêkirina pêvajoyê re şerê navbera gerîla û TSK’ê rawestiya, lê êrîşên şerê taybet didomin. Em li Garzanê dibînin, li Şemzînanê dibînin. Malbatek ji holê rabû. Gelo sedemên vê şerê taybet, çi ne? Em dikarin hinekî li ser rêyên çareseriyê nîqaş bikin.

Belê, niha ev mijareke pir girîng e. Ji şerê taybet wêdetir, terora dewletê heye û didome. Desteya Ewlekariyê ya Millî ragihand ku wê mîna berê tevbigere. Bi gotina mîna berê ez li dijî terorê têdikoşim, terora dewletê pêk tîne. Niha jî wê pêk bîne. Diyare ku di nava vî karî de, terora dewletê heye, şerê taybet jî heye. Gerîla çeka di destê xwe de şewitandiye, tenê li cihê xwe ji bo ewlekariyê bi tifingê disekine. Gelo ev tifing çawa gefê li wan dixwe, bi gotina çawa çek bernedane qiyametê radikin. Lê wan bi xwe gelek mirov bi çek kirine, berdane ser civakê. Ji dervey hêzên fermî yên dewletê hêzên ku li ser bingehê hêzên taybet ên fermî û şerê taybet xwe rêxistin kirine, hene. Li ser civakê terorê pêk tînin. Evane qet nayên rojevê. Mîna ku evane ne çek in. Tayfayeke cerdevanan heye. Mirovan naberdin zozanan. Gundên wan dişewitînin, malên wan xira dikin, heywanan dikujin. Gelo ev çeteya cerdevanan wê çi bibe? Gelo 16 meh in gerîla tiştek kiriye? Na. Lê ti tişt nemaye ku cerdevanan nekiriye. Kî terorê dike? Kîjan çeka xeter di destê kî de ye? Em vê bibînin.

Li aliyê din, ev çawişê pispor li Şemzînan zewicî ye. Xwe jî dikuje, zarokên xwe jî. Behsa Rehabîlîtasyonê hate kirin. Dixwazin me rehabîlîte bikin. Em pir sakîn in. Em her kêlî dikarin bi civakê re di nava hevsengiyê de tevbigerin. Bila ti kes mereq neke. Lê wê mirovên ku wan bi xwe rêxistin kiriye û evqasê zilmê li civakê dikin, çawa bigirin? Rewşa wan li holê ye. Xwe dikujin, cînnetê derbas dikin. Gelek nûçeyên cînnetê belav dibin. Ez bawerim beşekê jî diveşêrin. Li cihê ku dikare xwe bigihîne, herhal sîstema şerê taybet astengiyê çêdike. Bûyera li Şemzînan li holê ye. Bûyera li Êlihê, li holê ye. Bi rastî jî rewşeke bêexlaq û namerdane ye.

Jixwe me ev di bûyera Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş de dît. Zimanê Tirkî bi keçên Kurd didin xwendin; êdî qebûl nakin ku Tirkî jî bixwînin. Ji ber ku wê zane bibin. Halbûkî ez jî li dijî xwendina wan a bi Tirkî me. Eger bixwînin, bila Kurdî bixwînin. Eger bi zane bibin, dema bi Kurdî xwendin, wê bibin. Ji dervey wê zanebûna ku bi dest bixin, wê zêde feyde nede wan. Lê demekê bi gotina “Dê haydê herin dibistanê, dê haydê keçikno herin dibistanê” kom kirin. Niha ji Dersimê heya Wanê û Êlihê li holê ye ka çi bi serê van keçan anîn. Evane hemû bi destê çeteyên şerê taybet ên ji aliyê dewletê ve hatine rêxistinkirin, diqewimin. Pêkanînên şerê taybet di vê astê de ne.

Di vê nuqteyê de, ez vê diyar bikim. Qonaxa niha ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ev tişt derxistin holê. Bila hinekî din ev pêvajo pêş bikeve, em binêrin ka wê çi derkeve holê. Ka çi ji rêderketin, çêbûne. Mirov ditirsin. Dema wan dibînin, ditirsin. Divê teqez êdî em pêş bibînin ku wê wisa bibe. Ji ber ku rewş cidî ye. Di vê nuqteyê de yek, divê em bi ser desthilatdariya AKP’ê, dewletê û mekanîzmayên wê yên şerê taybet de biçin. Divê mirov bi ser vê tişta ku jê re dibêjin ‘têkoşîna li dijî terorê’ de biçe. Çima evane nayên nîqaşkirin? Çima ev rewş nayên teşhîrkirin? Divê hîn zêdetir were kirin. Encam li holê ne. Eger wisa were kirin, wê çawa ji Kurdan re bêjin tu bêçek bimîne? Wê çawa ji gerîla re bêjin, çeka xwe berde? Gerîla ewladê vî gelî ye; gerîlayekî ji Şemzînanê wê çawa çeka xwe berde û biçe Şemzînanê? Gerîlayekî ji Bedlîsê, wê çawa biçe Bedlîsê? Malbata ku heywanên wan ji aliyê cerdevanan ve hatî kuştin, eger bêje ewladê min tu çima hatî, ka çeka te, binêre me dikujin; wê çi bersiv bide? Divê mirov cidî be. Ji vî alî ve, mekanîzmaya şerê taybet a dewletê weke heyî didome. Civîna 18’ê Hezîranê ya Desteya Ewlekariyê ya Millî, biryar da ku ev ê bidome. Ev nabe. Divê vê teşhir bike. Divê her kes bi ser vê yekê de biçe.

Xisûsa din a duyemîn, gotina me ji bo civaka Kurd û ciwanên wan heye helbet. Ji bo eniya siyaseta demokratîk. Tu meyze dikî her li dijî şerê taybet kampanya tê îlankirin, koordînasyon tê îlankirin. Piştre winda dibe û diçe. Evane hemû qewimî ne. Qet nebe bila hinekî derketiba holê. Bila têkoşîn li dijî van hatiba kirin. Evane hemû li Kurdistanê diqewimin. Di nava civaka Kurd de diqewimin. Li Şemzînanê keçek çawa bi çawişekî pispor re tê zewicandin? Ew çawişê pispor kî ye? Ma ne şerm e? Me evqasê şer dikir. Ma welatparêzî ev e? Wisa nabe. Ti kes dest nade, ti kesê. Qet rexne, rexnedayîn nîne. Ev tê fêmkirin; di pêvajoya borî de wan rayedarên dewletê got, şuna derkeve çiyê nizanim bila bibe çi. Wisa tê fêmkirin ku gelek malbatan jî heman tişt gotiye. Şûna ku zarokên wan tevlî tevgerê bibin, pêşiya wan ji bo tiştên cuda vekirine. Niha dema diçin cihên ku lê tên kuştin, feryad dikin. Lê hûn berpirsyar in.

Ji yên tevlî gerîla bûne, qet yên wisa hene? Bila werin, bibînin ka gerîla çawa dijîn. Her kes şahid e, 40-45 sal in gerîla çawa dijî? Rewşek wisa li cem gerîla heye? Gelo ma bi wî rengî zarokên xwe şandin cihekî baş? Wisa nabe. Ev di siyaseta demokratîk de jî, wisa nabe. Ya din jî ev siyaseta demokratîk ne tenê karê kesên li Meclîsê kom bûne ye. Karê civaka demokratîk e. Karê çûyîna nav civakê ye. Me ji vê re got, Tevgera Yekîtiya Komunên Demokratîk. Civaka ku dibêje ez welatparêzim û ez ê siyaseta demokratîk bikim, divê Tevgera Komunên Demokratîk pêş bixe. Em ji vê re dibêjin siyaseta demokratîk. Siyaseta demokratîk, siyaseta civakparêz e. Ne siyaseta dewletparêz. Lê em dibînin ku kesên ji xwe re dibêjin sosyalîst, şoreşger û welatparêz wisa nakin. Ketine pey dûvê desthilatdarî û dewletê.

Min çend caran rexne li ciwanan kir. Ez hîn zêdetir jî dikim. Ne wisa dibin ciwan, ne jî dibin Apoyî. Apoyî wisa li hemberî derdora xwe bêhestiyar nînin. Ciwanek dema ku li derdora wî/ê ev tişt diqewimin, nikare ji nedîtî ve were. Ciwanên Apoyî qet wisa nabin. Ev ciwanên Apoyî li kuderê ne? Ketine pey dûvê kî? Li kuderê diğerin? Li Şemzînan, Dersim û Êlihê ev tişt diqewimin. Li Wanê ev tişt diqewimin. Ka ciwanên Apoyî? Ev ciwan çi dikin? Ka pêşengên civakê? Ka hêza parastina civakê? Ma wisa dibe? Ev nuqte jî girîng e, wisa dixuyê ku ji pratîkê dûrbûn heye. Yek du gotin tên gotin. Piştre rêxistinbûn jî nîne. Çalakbûn jî nîne. Sekneke reformîst û oportunîst heye. Têkildarî vê yekê hin nirxandin hatin kirin. Me nivîs xwendin, lêkolîn kir. Me hemûyan dît, Rêber Apo çawa rexne dike. Wê demê divê ciwanên Apoyî vê rastiyê bibînin. Divê têkildarî van rexneyan baldar be. Wisa nabe. Divê bikeve nava civakê û rêxistinkirî be.

BI VÎ RENGÎ BI ŞERÊ TAYBET RE RÛ BI RÛ MAYÎN, NE QEDER E

Divê li dijî her cure sîstema şerê taybet û êrîşên wê, têbikoşe. Ew ciwan pêşengên Tevgera Komunên Demokratîk in. Divê xebata komunal a demokratîk bimeşînin. Divê tevlî Yekîtiya Komunên Demokratîk bibin. Xwe rêxistin bikin. Di nava gel de bin. Divê zemînê tiştên wiha bi temamî zuha bikin. Eger wisa bibe, wê civaka demokratîk çêbibe û pêşketine demokratîk pêk were. Bi vî rengî bi şerê taybet re rû bir û mayîn, ne qeder e. Divê her kes ji şaştiyan xwe rizgar bike. Ji vî alî ve, belê rexne hatin kirin. Belê em hemû jî divê rexnedayîn bidin. Wê demê em rexnedayînê bi lez, di dema xwe de û di asta têrker de bikin. Rexnedayîn bila di pratîkê de sererastkirinê bîne. Em derbasî zanebûna rast, rêxistinbûn û çalakiyê bibin. Em van nelirêtiyan û her tiştê ku civakê dirizîne, ji holê rakin.

Têkoşîna ji bo civakeke demokratîk têkoşîneke li dijî gendelî û hilweşîna di nav civakê de ye. Armanc xurtkirina jiyana demokratîk û komunal e. Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku li ser komîn, civak û jiyana komunal bêtir were fikirîn, nîqaşkirin û xebatkirin. Girîng e ku ev nîqaş li kêleka xebata pratîkî werin kirin. Tiştê bingehîn ew e ku xebateke berbiçav were kirin û tecrûbe ji pratîkên berê were derxistin û pêşketinên nû çêbikin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di heman demê de pêvajoyeke guhertin û veguherînê ye. Lê belê, asta nûjenkirin û guhertinê ya ku tê hêvîkirin hîn derneketiye holê. Hin derdor hewl didin ku têgihîştinên kevin biparêzin. Her kesê ku xwe wekî şoreşger, sosyalîst, kadro, an ciwanekî Apoyî dibîne, divê berpirsiyariyê bigire ser milên xwe û erkên xwe di vê pêvajoyê de bicîh bîne.

Bi vî rengî nabe. Ger ev berdewam bike, dibe ku derdorên neteweperest, şovenîst û paşverû yên ku dixwazin pêvajoyê asteng bikin, wê sabote bikin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, pêwîst e ku li dijî van derdoran têkoşîn were kirin. Serkeftina pêvajoyê bi vê têkoşînê ve girêdayî ye. Dema ku ev têkoşîn tê meşandin, ne hewce ye ku kes fikar an dudilî bibe. Pêwîst e ku mirov bawer bike ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bi ser bikeve. Tevgera Komunên Demokratîk dê bi ser bikeve. Divê her kes baweriya xwe bi vê yekê bîne û erkên xwe di pratîkê de bicîh bîne.

FEDAÎBÛN BI FEDEEKARIYEK MEZIN TEVLÎBÛNA JIYANA KOMUNAL E

Em di meha fedaîbûnê de ne. Ji hevrê Helmet heta hevrê Zîlan gelek şehîd hene. 30’yê Hezîranê nêzîk dibe, di vê çarçoveyê de hûn roja fedaîbûnê çawa dinirxînin?

Mijarên ku me anîn ziman têkildarê fedaîbûnê ne. Em fedaî bin. Fedaîbûn tenê di şer de nabe. Fedaîbûn bi çalakiyên leşkerî re sînordar nîne. Fedaîbûn bi wêrekî û fedekariyek mezin tevlîbûna jiyana azad û komunal e. Jiyana rast wisa dîtin û ji bo serkeftina wê bê sînor xebat meşandine. Fedaîbûna li ba me niha bi vî rengî ye. Ji bo pêşxistina jiyana komunal di asta seferberiyê de tevlîbûn, em weke fedaîbûnê binav dikin. Her kes dikare vê pêş bixe. Di vê wateyê de, bê guman, dersên ku em dikarin ji meha fedaiyan derxin hene. Em tevgerek in ku meha fedaîbûnê ava kiriye. Em ne tenê ji bo pêşxistina jiyaneke azad û komunal xebitîn. Em tevgerek in ku, ji bo pêşxistina zemîna vê dema pêwîst be jiyana xwe û canê xwe daye. Fedaîbûna Zîlan, fedaîbûna 30'yê Hezîranê jî fedaîbûneke bi vî rengî ye. Ev helwestên gerîla yên fedekar ên pêşeng ji bo her cure jiyana fedaîbûnê bingeh ava kirin. Divê em bi vî awayî fêm bikin. Ji ber vê yekê, divê fedakarî bi rastî di jiyaneke azad, jiyana komunal û siyaseta demokratîk de pêş bikeve. Divê em bi rengekî fedaî tevlî jiyanê bibin û têbikoş in. Divê fedakarî û wêrekiya me di vê astê de be.

Ji bo vê yekê divê em ji şehîdên fedaî fêr bibin û dersan derxînin. Îsal 30’emîn salvegera şehadeta fedaiya mezin, xwedawenda azadiyê ya jinan hevrê Zîlan e. 30 salan li ser vê rêbazê me xwe perwerde kir û têkoşîn meşand. Em hînê wêrekî, fedakariyê bûn û me fedaîbûn pêş xist. Me vê yekê li ser bingeha rêça azadiya jinan û pêşengiya jinan pêk anîn. Ev rêbaz; helwesta me ya îdeolojîk, ya jiyanê, ya têkoşîna leşkerî û beşdarbûna me ya bi rêbertiyê û rêxistinê re diyar kir. Ev hemûyan nû kir û rêyek ava kir. Bi vê wesîleyê di 30’emîn salvegera şehadeta hevrê Zîlan de, ez wê bi hurmetî, hezkirin û minetdarî bibîr tînim. Ez soza serxistina armancên wê nû dikim. Wek ku me di dema şer de fedaibûnek mezin pêşxist, niha jî di pêvajoya têkoşîna siyasî ya demokratîk de bi pêşxistina jiyana azad, em ê vê fedaîtiyê bêtir bi hêz û watedar bikin. Em di vê biryarbûnê de ne.

Her wiha 26’ê Hezîranê salvegera şehadeta hevrê Helmet e. Ez hevrê Helmet bi hurmetî, hezkirin û minetdarî bibîr tînim. Ew di temenekî ciwan de ji Başûrê Kurdistanê tevlî tevgerê bû. Perwerdehiya Rêbertî dît û li gelek deverên Kurdistanê xebitî. Ew hemû erk û berpirsyariyan bi cidiyetek mezin pêk anî. Ew pêşengek rastîn ê fedaî û neteweyî yê demokratîk bû. Ew bi berpirsiyarî, rêxistin û disiplinê nêzîkî karan dibû. Jiyan û xebat bi hevrê Helmet re gelek xweş bû. Ew mirovan ne teng dikir û ne jî dixist zorê. Ji berpirsyariyan qet nedirevî û paşde nedima. Ji vê aliyê ve ew kesayetiyek mînak bû. Ji Başûrê Kurdistanê jî kesayetiyên wisa derdikevin û xwe perwerde dikin. A rastî her tim rêveberiyek hevkar hebû, lê her kes ne bi vî rengî ye. Bêguman xeta Helmet heye.

Divê her kes helwesta xwe di navbera van her du xetan de binirxîne. Gelo ew li aliyê xeta hevkariyê ne, an jî li aliyê xeta fedaîbûn, welatparêzî û yekîtiya neteweyî-demokratîk a Helmet in? Li navîn rawestîn nabe. Ew bi rastî rêberekî gel ê mezin bû. Di îqnakirina mirovan, perwerdekirin, nirxandinên rast ên rewşan, diyarkirina erk û berpirsiyariyan û pêkanîna wan de, ew bi rastî mirovekî mînak bû, her dem xwedan hewldaneke serkeftî bû. Li ser xeta Zîlan meşiya. Ez bawer dikim ku dema hevrê Zîlan şehîd bû ew di perwerdehiya Rêbertiyê de bû. Wî ew xet girt û şopand. Şehîdên Hezîranê bi vî awayî ne; Ji ber vê Hezîran meha fedaiyane. Di vê mehê de bi dehan hevrêyên me şehîd bûn. Lê hemû bûn şopdara hevrê Zîlan. Li ser vê bingehê careke din ez hemû şehîdên me yên Hezîranê bi hurmetî û minetdarî di şexsê hevrê Zîlan û Helmet de bibîr tînim. Ez soza misogerkirina armanca wan dubare dikim.

Ma hûn maçên Kûpaya Cîhanê temaşe dikin?

Piranî em nikarin temaşe bikin. Dem jî tune ye. Niha rewş tevlihev e. Lê ez dixwazim çend tiştan bibêjim. Yek, ciwanên Kurd jî dixwazin li qadên werzîşê bi hemsalên xwe re pêşbazî bikin. Dixwazin xwe nîşan bidin. Divê cîhan vê yekê bibîne. Ev maf ji ciwanên Kurd nayê standin. Hin kes dibêjin, ‘Pirsgirêka Kurd çi ye em fam nakin.’ Ez bersiva wan didim. Pirsgirêka Kurd ew e ku ciwanên Kurd nikarin bi hemsalên xwe re li qadên werzîşê pêşbazî bikin û xwe nîşan bidin. Mafên wan hatine standin. Cîhan ji vê rastiyê re girtiye. Divê em vê rastiyê baş bibînin. Ji aliyê din ve, rewşa Tirkiyeyê heye. Wan digotin: ‘Piştî 24 salan hasret qediya.’ Berî 24 salan, di sala 2002’yan de, agirbest hebû. Di navbera aliyan de gotûbêj hebû. Ger em bala xwe bidin, Tîma Millî ya Tirkiyeyê di dema aştiyê û çareseriya demokratîk de çû Kûpaya Cîhanê. Di dema şer de neçû. Di dema şerê dawî de jî nekarî biçe. Di sala 2002’yan de desthilatdarî hin gavên reformê avêt. Di 2’yê Tebaxê de cezaya darvekirinê rakir. Gelek qanûnên nû hatin derxistin. Di Kûpaya Cîhanê de bûn sêyem. Lê niha nekarîn heta golek jî biavêjin.

Çareserî çêbiba, dibe biban şampiyon…

Dibe ku biban. Ez vê bejim; çûyîna wan a Kûpaya Cîhanê bi saya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Qet gol neavêtin û derketin, ev jî encama ferzkirina hest û fikrên nîjadperest û şoven e. Hîna neçûne çapemenî û televîzyonên wan ewqasê tişt ferz kirin ku, ewqasê nîjadperest, netewperest. Mirov didît li sahê, lingê ciwanan direciviya. Nikarin li gokê bixin. Lê halbûkî lîstokvanên herî bi tecrube bûn. Nekarîn golekî jî bavêjin. Ewqasê zext hate çêkirin. Mîna ku bêjin, de haydê hûn diçin şer. Diçin maçê, yan wê bi ser bikevin yan jî bin kevin. Ev spor e. Ne mîna sporê, mîna şer nirxandin.

Pirsgirêka Kurd ew e ku ciwanên Kurd bi hevtemenên xwe re li saha sporê bikevin pêşbirkê. Pirsgirêka Tirk jî ew e ku ciwanên Tirk bi rehetî spor bikin. Pirsgirêka wê yekê ye ku her tiştê li ser xwe dişibînin şer û hestê netewperest, divê ji vê rizgar bibin. Eger wisa mirov binirxîne, rast e. Mixabin bû, lê berpirsyar tiştên min diyar kirine ye. Eger sererast bibin, wê ji vir û şûnde bi ser kevin. Bila ciwanên Tirkiyeyê xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin. Wê hîn zêdetir tevlî pêşbirkên sporê bibin û bi ser bikevin.