Ji Nûnerê Taybet ê Iraqê hişyariya komên çekdar

Nûnerê Taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê Karûbarên Iraqê Mark Savaya, diyar kir ku li welateke ku bi komên çekdar re ketibe pêşbaziyê, serketin ne pêkan e.

Nûnerê Taybet ê Serokê DYE’yê yê Karûbarên Iraqê Mark Savaya, di salvegera 8’emîn ya serketina li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û rewşa siyasî ya Iraqê de, duh li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek parve kir.

Mark Savaya, xwest serkirdeyên Iraqê di navbera ‘yekîtî û paşdeçûnê’ de hilbijartinekê bikin û got; “Serweriya dewletê danin pêşiya otoriteya komên çekdar.”

Savaya, di peyama xwe de bal kişand ser danûstandinên ji bo avakirina hikûmetê û got ku ger dema danûstandinan dirêj bibe, wê pirsgirêkên aborî ya welat kûrtir bibin û got; “Tevî ku 23 sal in li ser rûxandina dîktatoriyê re derbas bûne jî, Iraq careke din di qonaxeke biryardayînê ya krîtîk de ye. Ti welatê ku komên çekdar bi dewletê re dikevin hevrikiyê û otorîteya wê lawaz dikin, nikare bi ser bikeve.”