Îranê ragihand ku ji bo rêvebirina Kendava Hurmuzê ya ku di aliyê bazirganiya petrola cîhanê û gaza xwezayî de xwedî girîngiyeke stratejîk e, saziyeke fermî ava kirine.
Rêveberiya Tehranê ji bo kendava ku ji destpêka şer û vir ve kontrol dike, mekanîzmayeke îdarî ya nû ava kir û bi vî rengî gaveke balkêş avêt.
‘OTORÎTEYA KENDAVA BASRA’ HATE AVAKIRIN
Di daxuyaniya Îranê de hate diyarkirin ku “Otorîteya Kendava Basra (PGSA)” bi fermî ketiye meriyetê. Hate ragihandin ku sazî wê têkildarî operasyonên li Kendava Hurmuzê “nûbûnên bi dema rast” parve bike.
Hat bilêvkirin ku hesaba fermî ya saziya nû jî hatiye vekirin. Daxuyanî ji aliyê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Hêzên Deryayê yên Mûhafizên Şoreşê ve li ser medyaya dîjîtal hate parvekirin.
ÎRAN: ME BERSIV DA PÊŞNIYARA DAWÎ YA DYE’YÊ
Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku wan bersiv daye pêşniyara nû ya DYE’yê ya ji bo bidawîkirina şer.
Berdevkê Wezareta Karên Derve Îsmaîl Bakeyi di civîna çapemeniyê de got, “Fikarên me ji aliyê Emerîka re hatin ragihandin.” Bakeyi diyar kir ku hevdîtinên navbera Îran û DYE’yê “bi navbeynkariya Pakistanê” dom dikin.
‘ARMANCA ME YA SEREKE BIDAWÎKIRINA ŞER E’
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha got, di pêvajoya heyî de armanca sereke ya rêveberiya Tehranê bidawîkirina şer e.
Li gorî nûçeya ku Reutersê spartî medyaya dewletê ya Îranê, Tehran hevdîtinên dîplomatîk didomîne û di heman demê de bûyerên siyasî û leşkerî yên li herêmê, ji nêz ve dişopîne.