Iraq û Sûriyeyê peymana nûkirina xeta petrolê îmze kir
Iraq û Sûriyeyê bi piştgiriya Amerîkayê peymana nûkirina xeta petrolê ya di navbera Hedîsa û Banyasê de îmze kir.
Iraq û Sûriyeyê bi piştgiriya Amerîkayê peymana nûkirina xeta petrolê ya di navbera Hedîsa û Banyasê de îmze kir.
Ajansa Nûçeyan a Iraqê ragihand ku Iraq û Sûriyeyê peymana ji nû ve nûkirina xeta petrola xam a di navbera bajarê Hedîsa ya Iraq û bendera Banyasê ya Sûriyeyê de îmze kir.
Li gorî ajansê kampanyeyeke amerîkî dê vê projeyê pêk bîne.
Her wiha îşaret pê kir ku îmzekirina vê peymanê di çarçoveya paketek ji peymanan pêk hat ku Iraq dixweza bi Amerîkayê îmze bike û lêçûna wê derdora 60 mîlyar dolar e.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bi daxuyaniyekê piştgirî da peymanê û diyar kir ku " Nûjenkirina boriyê projeyek binesaziyê ya girîng e ku dê bi piştgiriya girêdana herêmî û geşkirina aborî ewlehî û îstîqrarê zêde bike."
Di daxuyaniya balyozxaneyê de ku ji aliyê ajansê ve hatiye weşandin, hate destnîşankirin ku kampanyayên amerîkî dê roleke sereke di bicihanîna vê projeyê de bilîze.