HRANA: Îranê du meh û nîvan herî kêm 50 kes darve kir
Hate ragihandin ku di nava du meh û nîvan de rejîma Îranê herî kêm 50 kes darve kiriye û zexta li sivîlan jî zêde kiriye.
Hate ragihandin ku di nava du meh û nîvan de rejîma Îranê herî kêm 50 kes darve kiriye û zexta li sivîlan jî zêde kiriye.
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê di bin navê “Di navbera muşek û bêdengkirinê de” raporek weşand.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di navbera 26’ê Sibata îsal û 13’ê Gulanê de, herî kêm 50 cezayên bidarvekirinê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine pêkanîn.
Her wiha di vê demê de 6 hezar û 500 kes bi tohmetên pir giran hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya Serokê Dezgeha Dadwerî ya Îranê Muhsinî Ejeî, her tohmeteke giran dê rûbirûyê cezayê bidarvekirinê bibe.
Di raporê de hate gotin ku ji ber êrişên hewayî, heta niha 3 hezar û 636 kes hatine kuştin; ji wan hezar û 701 sivîl û hezar û 221 leşkerin. Di nav kuştiyan de navên 307 zarokan jî hene ku ji ber bombebaranan jiyana xwe jest dane.
Hatiye destnîşankirin ku xetên înternetê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rûbirûyê qutbûneke demdirêj bûne û asta peywendiyê tenê gihîştiye %1’ê rêjeya asayî. Vê rewşê daxwaza navendên girtîgehan bi temamî xistiye bin metirsiyê.