Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

HRANA: 24 saetên dawî li Rojhilat û Îranê 31 sivîl hatin kuştin

Li gorî daneyên HRANA'yê di nava 24 saetên dawî de di encama êrişên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de 31 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) di derbarê êrişên hevbeş yên Îsraîl û Amerîka yên li dijî rejîma Îranê û encamên wê yên 24 saetên borî de agahiyan parve kir.

Li gor agahiyên ajansê belavkirine, di nava 24 saetên borî de li 23 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê Amerîka û Îsraîlê herî kêm 117 êriş li dijî 51 baregehên leşkerî, navendên hêza besîc, baregehên Supayê Pasdaran, balafirxaneyên leşkerî û navendên polîsan pêkanîne.

Her wiha hatiye diyarkirin di encama êrişên pêkhatine de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 31 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 25 sivîl jî birîndar bûne. Hatiye gotin ku kesên bûne qurbanî, li parêzgehên Tehran, Kirmaşan, Urmiye, Beluçistan, Esfehan, Elborz, Îlam û Tewrêz hatine tomarkirin.

Li gor heman agahiyan, ew ji bo piştrastkirina kuştin û birîndarbûna 926 kesan lêkolînê dikin.

Her wiha hatiye eşkere kirin ku ji destpêka êrişên Amerîka û Îsraîlê ve, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 1114 sivîl hatine kuştin ku ji wana 183 jê zarok bûn.