Hilbijartina giştî ya Parlamentoya Iraqê bi dawî bû

Pêvajoya dengdana giştî ya ji bo serdema 6’emîn a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi dawî bû.

Proseya dengdana giştî ya gera şeşemîn ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku bi beşdariya zêdetirî 20 milyon kesan hatibû destpê kirin, di saet 18:00’dan de bi dawî bû.

Li gor daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê di dengdana giştî de 20 milyon û 63 hezar û 773 dengdder mafê dengdanê ya dengdêran heye.

Ji van, 2 mîlyon 488 hezar û 51 dengdêr li sê navçeyên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê; ew jî Hewlêr, Silêmanî û Dihokê ne. Ev hejmar, li deverên ku di bin madeya 140’emîn de ne, wek Kerkûk, Selahaddîn, Nînowa Diyala û her wiha Kurdên ku li Bexdayê dijîn nagire nav xwe.

Her wisa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ji bo dengdana giştî 8 hezar û 703 navend û 39 hezar û 285 cih amade kiriye. Ji wan hezar û 543 navend û 6 hezar û 655 cih yên her sê bazinên hilbijartinê yê Herêma Kurdistanê ne.

Li gorî daneyên komîsyonê heta saet 12:00’ê nîvro, rêjeya tevlîbûnê ji sedî 23,9 bû.

Li gorî Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê piştî proseya dengdana giştî saet 18:00’an dawî bû, sindoqên dengdanê tên girtin û bi rêya elektronîk wê daneyên encamên hilbijartinê ji navenda sereke ya komîsyonê ya Bexdayê re werin şandin. Wê pûsûlaya sindoqan ji çavdêr û rojnamevanan re were dayîn.

Roja 9’ê Mijdarê proseya dengdana taybet bi beşdariya milyonek û 340 hezar û 518  dengderên hêzên ewlehiyê û koçberan hat kirin. Li gor daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê, rêjeya beşdariya dengdana taybet ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ji %82 bû. Her wiha hezar û 841 binpêkirin di dengdana taybet de hatin tomarkirin.