Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê ketin nava bajarokekî
Hêzên Îsraîlê li bejahiya bakurê Qûneytrayê ketin nava bajarokê Cebat Xeşeb û li malan lêgerîn kirin.
Hêzên Îsraîlê li bejahiya bakurê Qûneytrayê ketin nava bajarokê Cebat Xeşeb û li malan lêgerîn kirin.
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir ku nêzî 50 leşkerên Îsraîlê bi çar wesayitên leşkerî ketin nava bajarokê Cebat Xeşeb ê li bakurê Qûneytrayê.
SOHR'ê ragihand ku leşker ketin nava bajarok, avêtin ser malan û mirov girtin. Her wiha dema leşker li bajarok bûn balafirên keşfê jî li ser herêmê digeriyan.
Hêzên Îsraîlê doh jî bi wesayitên zirxî ketin bejahiya başûrê Qûneytrayê û li rojavayê gundê Hanûtê çeper ji axê ava kirin.