Hêzên Îranê 6 kes binçav kirin
Hêzên îranê di nava hefteya dawî de li Rojhilatê Kurdistanê 6 kes binçav kirin. Aqûbeta binçavkiriyan nediyar e.
Hêzên îranê di nava hefteya dawî de li Rojhilatê Kurdistanê 6 kes binçav kirin. Aqûbeta binçavkiriyan nediyar e.
Malpera Kolber News di derbarê binçavkirina welatiyên Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê de agahiyan parve kir.
Di nûçeyê de hate ragihandin ku di hefteyekê de 6 welatiyên Kurd yên bi navên Manî Ebdulazade, Ebdula Nebîzade, Yusif Kilunkzade, Alan Hikmetîrad, Mamend Xudadadî û Kameran Resûl nejad li bajarên Pîranşar, Seqiz, Urmiye, Şino û Nexede hatine binçavkirin. Ji bo cihek nediyar hatine veguhestin û çarenûsa wan nediyare.
Hate gotin ku kesên hatin binçavkirin bêyî fermana dadwer, bi êşkenceyê hatin binçavkirin.