Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi fermana Serok Donald Trump li dijî Îranê dest bi êrişên hewayî yên nû kiriye. Li gorî daxuyaniyê, operasyon li gorê Dema Rojhilat saet di 16:45'an de destpê kir û bû êrişa li pey hev a şeva sêyemîn a li dijî Îranê.
Di daxuyaniya CENTCOM'ê ya li ser hesabê wê yê X'ê de hate gotin, êriş wê bi hêzên Îranê "berdêleke giran bide dayin" û ji bo lawazkirina kapasîteya êrişan a li ser keştiyên bazirganiyê û sisvîl ên li Tengava Hurmuzê ye.
Serokê DYE'yê Donald Trump jî ji pêşkêşvanê radyoyê Hugh Hewitt re axivî û anî ziman ku rojên Duşem û Sêşemê wê Îran "derbên giran bixwe."