DYE'yê keştiyek petrolê ya Îranê xist

CENTCOMˊê ragihand ku hêzên wan li Tengava Hurmuzê li keştiyek petrolê ya Îranê xistiye û ew ê dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê berdewam bike.

Fermandariya Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand, keştiyek petrolê ya Îranê ku vala bû, dema dixwest sinorên dorpêça deryayî ya Amerîkayê derbas bike û ber bi benderên Îranê ve here, hat hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin piştî ku xebatkarên keştiya bi navê "Hesna" guh nedane hişyariyên hêzên deryayî yên Amerîkayê, ew hatiye hedefgirtin.

Di dawiyê de jî hatiye diyarkirin ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê berdewam e û wê hêzên wan li ser erka xwe berdewam bin.