DYE’yê ji bo Sûriyeyê hişyariya ewlehiyê da
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber zêdebûna tengasiya li herêmê, ji bo Sûriyeyê hişyariya ewlehiyê da.
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber zêdebûna tengasiya li herêmê, ji bo Sûriyeyê hişyariya ewlehiyê da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Balyozxaneya Mezin a DYE’yê ya li Şamê ji sala 2012’an û vir ve girtî ye û hate gotin, hikûmeta DYE nikare xizmeta rûtîn yan jî lezgîn bide welatiyên xwe yên li Sûriyeyê. Balyozxaneya Çekyayê ya li Şamê, nûneriya berjewendiyên DYE’yê ya li Sûriyeyê dike.
Rêveberiya DYE’yê bang li welatiyên xwe yên li Sûriyeyê kir ku bêyî ku bawerî bi desteka hikûmeta bînin, bila plana çûyîna ji welêt bikin. Her wiha hate xwestin ku eger rewşa ewlehiyê xira bibe bila ji bo mayîna li cihê xwe amade bin, belgeyên xwe yên seyahatê amade bikin û geşedanan ji nêz ve bişopînin.