DYE dê vekişîna Îsraîlê ya ji Başûrê Libnanê kontrol bike

Sefîrê DYE yê Libnanê Michel Issa, ragihand ku ji bo kontrolkirina vekişîna artêşa Îsraîlê ya ji herêmên Başûrê Libnanê, dê di rojên pêş de şandeyeke leşkerî ya Emerîkayê bigihîje Beyrûdê.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Libnanê, piştî hevdîtina sefîr Issa û Serokkomar Joseph Avn, hat diyar kirin ku şandeya leşkerî dê bi berpirsên Libnanî re bicive. Armanca civînê ew e ku rêbaza vekişîna Îsraîlê ya ji "herêmên pîlot" zelal bibe. Dîroka destpêkirina vekişînê jî dê piştî van hevdîtinan diyar bibe.

ŞERTÊ VEKIŞÎNÊ YÊ BERÎ HEVDÎTINÊN ROMAYÊ

Rêveberiya Libnanê, destpêkirina vekişîna Îsraîlê wekî şertê pêşîn dibîne da ku beşdarî rûniştina nû ya muzakereyan a li Romayê bibe. Çavkaniyên dîplomatîk dibêjin, Beyrûd naxwaze berî vekişîna Îsraîlê ya li herêmê, tu hevdîtineke nû dest pê bike.

DÊ ÇARÇOVEYA PEYMANÊ WERE PÊKANÎN

Peymana ku di 26'ê Hezîranê de li Washingtonê di navbera Îsraîl û Libnanê de hatibû îmzekirin, dibêje ku divê Îsraîl ji herêmên diyarkirî derkeve û artêşa Libnanê li wir bi cih bibe. Lê pêkanîna vê peymanê, bi şertê bêçekkirina Hizbullaha ku Îran piştgiriya wê dike ve hatiye girêdan.

PLANA VEKIŞÎNÊ HÊJ NE DIYAR E

Di peymanê de tu dîrokeke zelal ji bo vekişîna Îsraîlê nîn e. Îsraîlê berê ragihandibû ku ew dixwaze li ser sînor, nêzî 10 kîlometreyan herêmeke ewlehiyê çêbike û leşkerên xwe li wir bihêle. Sefîrê DYE Issa, jî anî ziman ku divê di dema vekişînê de tu valahiyek ewlehiyê pêk neyê.

LIBNAN BANG LI DYE KIR

Serokkomar Joseph Avn careke din bang li DYE kir ku zextê li Îsraîlê bike daku peymanê pêk bîne. Tê payîn ku Avn piştî muzakereyên li Romayê yên di 15-16'ê Tîrmehê de, li ser vexwendina Serokê DYE Donald Trump biçe Washingtonê.

KATZ: JI BO EM LI LIBNANÊ BIMÎNIN PÊWÎSTIYA ME BI DESTÛRÊ NÎNE

Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, di daxuyaniya xwe de got ku Îsraîl dê di mijara hebûna xwe ya leşkerî ya li Başûrê Libnanê de serbixwe tevbigere. Katz got, “Ji bo em bikevin Libnanê me destûr ji kesî nexwestiye û ji bo em li wir bimînin jî pêwîstiya me bi destûrê nîn e.” Katz, diyar kir ku maf û wezîfeya wan e ku welatiyên xwe li dijî gefên Hizbullahê biparêzin.