Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

DYA’yê li Iraqê berpirsekî Hizbullahê kuşt

Di êrişa DYA’yê de Berpirsê Şobandin û Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê Ebû Hesen Firêcî û parêzvanên wî hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ya xwe dispêre çavkaniyekê li navçeya Îskenderiye ya parêzgeha Babilê hêzên DYA’yê êrişî wesayîta Berpirsê Şobandin û Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê Ebû Hesen Firêcî. Di êrişê de Firêcî û parêzvanên xwe hatin kuştin.

Bi destpêkirina êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê re, li seranserê Iraqê êrişên berdewam li ser meqam û berpirsên Heşdî Şebî pêk hatine û ev êriş heta roja îro jî berdewam dikin.