Di şerê Rojhilata Navîn de bîlanço giran dibe
Di şerê navbera Îran, Îsraîl û DYE'yê de windahî zêde dibe. Li gorî bîlançoyên demkî ji destpêka şer û vir ve li seranserê Rojhilata Navîn zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Di şerê navbera Îran, Îsraîl û DYE'yê de windahî zêde dibe. Li gorî bîlançoyên demkî ji destpêka şer û vir ve li seranserê Rojhilata Navîn zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
ÎRAN: Li gorî daneyên Heyva Sor a Îranê ji destpêka şer û vir ve 1.045 kes li Îranê mirin. Ji qurbaniyan 175 jê xwendekar û xebatkarên dibistaneke li bajarê Minabê bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a nîv fermî ya Îranê Tasnîmê, ji roja Şemiyê û vir ve di êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de 1.230 kes hatin kuştin.
Nayê zanîn ku windahiyên leşkerî yên Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê di nava vê hejmarê de ye yan na. Ajansên navneteweyî radigihînin ku dane ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nekarî bêne piştrastkirin. Tê texmînkirin ku bîlanço hîn girantir be. Li gorî HRANA'yê 1.114 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 183 ji qurbaniyan zarokên kêmî deh salî bûn.
ÎSRAÎL: Hate ragihandin ku li Îsraîlê jî 10 sivîl hatin kuştin. Servîsa Alîkariya Lezgîn a Îsraîlê Magen David Adom, diyar kir ku 9 ji qurbaniyan li Beit Shemeshê di encama êrîşa bi fuzeyeke Îranê de 1'ê Adarê mirin. Artêşa Îsraîlê heta niha windahiyên xwe yên leşkerî eşkere nekiriye.
LUBNAN: Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de 77 kesan jiyana xwe ji dest dan.
WELATÊN KENDAVÊ
Şer bandor li welatên Kendavê jî kir.
- Li Bahreynê kesek di şewata piştî êrîşa bi fuzeyê de jiyana xwe ji dest da.
- Li Kûweytê di êrîşên Îranê de 2 leşker jî di nav de 3 kes mirin.
- Li peravên Maskat ên Ûmmanê êrîş li ser tankereke petrolê çêbû û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
- Li Îmaratê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
DYE: Li gorî fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, li Kûweytê di êrîşa li ser navendeke leşkerî de 6 leşkerên DYE'yî jiyana xwe ji dest dan.
Sûriye: Li bajarê Siwêda yê li başûrê Sûriyeyê ji ber fuzeyeke Îranê ya li avahiyekê ket, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bi belavbûna şerê li herêmê re fikar hene ku hejmara qurbaniyan jî zede bibe.