Di êrişên Îsraîlê de hejmara qurbaniyên Fîlîstînî 70 hezar derbas kir

Hêzên hewayî yên Îsraîlê careke din êriş birin ser herêmên cuda yên li Şerîda Xezeyê. Hate ragihandin ku hejmara qurbaniyên Fîlîstînî yên van êrişan 70 hezar derbas kiriye.

Serê sibehê kampa penaberan a El Bureyc û bajarê Refahê bûn hedef. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku çar mêr ên endamê Hamasê ku îdîa kir ji tunelê ya li Refahê derketin, hatin kuştin.

Li aliyê din, roja Şemiyê li bajarokê Beni Suheyle yê li rojhilatê Xan Yûnûsê di êrişa droneya Îsraîlê de du ciwanên Fîlîstînî jiyana xwe ji dest dan, pênc jî birîndar bûn.

Şahidan diyar kirin ku li nêzî Dibistana El Barabi bombardûman li qada sivîlan hatiye kirin û di encamê de Cuma û Fadi Tamer Ebu Assi ku birayên hev bûn, hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê heta niha bi giştî 70 hezar û 100 kesî di êrişan de jiyana xwe ji dest dan.

Di dema agirbestê de ku 10'ê Cotmehê kete meriyetê, 354 Fîlîstînî hatin kuştin.