Di êrîşa Îsraîlê ya li ser başûrê Beyrûtê de kesek mir û 21 kes birîndar bûn
Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser taxên başûrê Beyrûtê de, kesek mir û 21 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser taxên başûrê Beyrûtê de, kesek mir û 21 kes jî birîndar bûn.
Li gorî bîlançoya demkî ya Navenda Rewşa Awarte ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bûn.
NETANYAHU: ARMANC SEROKÊ SERKANÊ HIZBULLAHÊ BÛ
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ragihand ku armanca êrîşê, Serokê Serkanê Hizbullahê Haytham Ebû Elî el-Tabatabaî bû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tabatabaî fermandarekî payebilind ê berpirsiyarê pêşxistina leşkerî û ji nû ve çekdarkirina rêxistinê ye. Herwiha hate destnîşankirin ku fermana operasyonê li ser pêşniyara Sererkan Eyal Zamir û Wezîrê Parastinê Israil Katz hatiye dayîn.
DYA: BERÎ ÊRIŞÊ AGAHÎ NEHATE DAYÎN
Li gorî nûçeya Axiosê, rayedarekî Amerîkî ragihandin ku Îsraîlê pêşkî êrîş ji Washingtonê re ranegihandiye. Rayedarekî Amerîkî got, “Me rojane dizanîbû ku Îsraîl êrîşê plan dike, lê di derbarê dem, cih û armancê de pêşkî agahî nehate dayîn.”
HIZBULLAHÊ WENDABÛNA PAYEBILINDEKÎ RAGIHAND
Ji aliyê din ve, Hizbullahê ragihand ku merasîma cenazeyê endamê rêxistinê Muhammed Yûsif Salih ê ku di êrîşa Îsraîlê ya roja yekşemê de li Aita el-Şaab hate kuştin, dê roja duşemê, 24’ê Mijdarê, katjimêr 14.00’an de li gundê wî bê lidarxistin.