Di êrîşa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de 13 endamên Hemasê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşa li dijî kampa koçberan li başûrê Lubnanê pêk anî de 13 endamên Hemasê hatin kuştin. Hikûmeta Lubnanê jî bê ku nasnameya wan destnîşan bike ev yek piştrast kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa roja Sêşemê li ser kampa Eyn El Hilwa ya Filistîniyan li başûrê Lubnanê, 13 endamên Hemasê hatin kuştin, rayedarên Lubnanê jî ev yek piştrast kir lê nasnameya kesên kuştî eşkere ne kir.

Artêşê di daxuyaniya xwe de wiha got: "13 terorîstên Hemas di êrişekê de hatin kuştin, di nava wan de Cewad Seydawî jî hebû, ku şervan perwerde dikirin, da ku êrişan ji nava axa Lubnanê li dijî artêş û dewleta Îsraîlê pêk bînin.

Her wiha Tevgera Hemasê roja Sêşemê diyar kir ku ti hebûna wan li kampa Filistîniyan li başûrê Lubnanê tune ye.