Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de 14 kes mirin

Li Libnanê ji dema ku bi Îsraîlê re agirbest hatiye ragihandin û vir ve, hejmara qurbaniyan zêdetir dibe. Di encama êrîşan de herî kêm 14 kes ku 2 ji wan zarok in, mirin

Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê ya roja Yekşemê 14 kes hatin kuştin. Rayedarên Libnanê, ragihandin ku ji 17’ê Nîsanê piştî agirbest ket meriyetê û vir ve hejmara herî zêde ya mirinan çêbûye.

Wezareta Tenduristiyê yê Libnanê, jî diyar kir ku di nav qurbaniyan de du zarok jî hebûn. Di heman êrîşê de 37 kes jî birîndar bûn.

DI ÊRÎŞAN DE HETA NIHA BÊHTIRÎ 2 HEZAR Û 500 KES MIRIN

Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hizbûllahê de ku di 2’yê Adarê de dest pê kir, hejmara qurbaniyan li welêt zêde dibe. Di êrîşan de heta niha bi giştî 2 hezar û 509 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 755 kes jî birîndar bûn.

Windahiyên herî giran li Parêzgeha Nabatiyeyê çêbûn, ku li wir hezar û 12 kes mirin û 3 hezar û 99 kes jî birîndar bibûn.

Li parêzgehên başûr jî, 951 kes mirin û 2 hezar û 945 kes jî birîndar bûn. Li Çiyayê Libnanê jî, 253 kes mirin û 841 kes jî birîndar bûn.

Di nav qurbaniyan de 177 zarok hene û 709 zarok jî birîndar bûn. Her wiha 277 jin jî bûn qurbanî.

Di êrîşan de 100 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin. 16 nexweşxane zirar dîtin û 4 ji wan jî ji xizmetê derketin.