Di encama êrîşên Îsraîlê de herî kêm 116 xebatkarên tenduristiyê hatine qetilkirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Rakan Nasreddîn ragihand ku ji 2’yê Adarê ve ye di encama êrîşên Îsraîlê de 116 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.

Rakan Nasreddîn diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de sektora tenduristiyê bi awayekî giran hatiye hedefgirtin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di pêvajoya ku piştî Hizbullah 2’yê Adarê li gel Îranê tevlî şerê herêmî bûye, dest pê kiriye de di encama êrîşên Îsraîlê de 116 xebatkarên tendurisyê jiyana xwe ji dest dane û 263 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku her wiha gelek ambûlans, navendên tenduristiyê û nexweşxane yan bi temamî hatine hilweşandin yan jî zirarên mezin dîtine.

HEVDÎTINA LI GEL RÊXISTINA TENDURISTIYÊ YA CÎHANÎ

Hate diyarkirin ku Rakan Nasreddîn daneyên berbehs di hevdîtina li gel Dîrektorê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesus de eşkere kirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ji bo piştevaniya ji pergala tenduristiyê re spasiyên xwe li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî kirin û da zanîn ku tevî êrîşên ji sala 2019’an ve ye berdewam dikin jî  binesaziya tenduristiyê hê jî têk neçûye û têkildarî vê yekê têkariya rêxistina berbehs gelek e.

ZÊDETIRÎ 3 HEZAR KES MIRINE

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, tevî ku agirbest hatiye îlankirin jî ji 2’yê Adarê ve ye di encama êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.