Dewriyeya Îsraîl ket Quneytrayê
Hat ragihandin ku yekîneke girêdayî artêşa Îsraîlê vê siharê ket Quneytrayê.
Hat ragihandin ku yekîneke girêdayî artêşa Îsraîlê vê siharê ket Quneytrayê.
Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ket gundê Seyda Hanût ê Quneytrayê.
SOHR’ê destnîşan kir ku dewriye çend saetan li gund maye, piştre vegeriyaye nuqteya xwe.
SOHR’ê her wiha ragihand ku duh êvarî jî tevgera dewriyeyên leşkerî yên Îsraîlê li herêma nêzî xeta agirbestê xuya bûn û di heman demê de bi obîsan gundewarên Quneytîra û Derayê topbaran kirin.