Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Fransa keştiyeke balafiran dişîne Deryaya Spî û pergala parastinê dişîne Qibrisê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku keştiya balafiran Charles de Gaulle dê li Deryaya Spî were bicihkirin û pergala parastinê wê li Qibrisê werin bicihkirin.

Emmanuel Macron di televîzyonê de axaftina gel kir û ragihand ku wî ferman daye keştiya balafiran Charles de Gaulle û firkateya pê re ku ber bi Deryaya Spî ve biçin.

Macron anî ziman ku Fransa bi Qeter, Kuweyt û Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî re peymanên parastinê hene û diyar kir ku hemû çalakî "bi armanca parastinê ne".

Macron destnîşan kirku Fransa hewce bike wê piştgiriyê bide hevalbendên xwe yên li herêmê û nîşan bide ku ew hevkarek pêbawer e. Macron got ku pergala parastina hewayî û radarên Fransî li Qibrisê hatine bicihkirin û ev yek wê berdewam bikin. Macron ragihand ku firkateyek wê îşev bigihîje peravên Qibrisê.