Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê, encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir. Komîsyonê daxuyand ku ji ber nakokî û giliyên aliyan eşkerekirina encaman paş ket.
Encamên fermî û kursiyên Herêma Kurdistanê wiha ne:
HEWLER
Rêjeya beşdarbûnê %71.65: 16 kursî û 1 kursî kota
KDP: 369,724 deng, 9 kursî
YNK: 97,411 deng, 3 kursî
Eniya Helwêst: 63.298 deng, 2 kursî
Tevgera Nifşê Nû: 38 hezar û 921 deng, 1 kursî.
Kotaya Xiristiyan: Kildo Remzi – 18,472 deng
KERKÛK
Rêjeya beşdarbûnê %65.02: 13 kursî
YNK: 114,999 deng, 4 kursî
KDP: 21,414 deng, 1 kursî
Partiya Teqedûm: 59,050 deng, 3 kursî
Eniya Tirkmenî ya Iraqê: 28,302 deng, 2 kursî
Hevpeymaniya Erebî ya Kerkûkê: 15,448 deng, 1 kursî
Hevpeymaniya Berdewamiyê: 12,695 deng, 1 kursî
SILÊMANIYÊ
Rêjeya beşdarbûnê %60.15: 18 kursî
YNK: 241,143 deng, 8 kursî
Eniya Helwêst: 75.375 deng, 3 kursî
Tevgera Nifşê Nû: 69 hezar û 781 deng, 2 kursî.
KDP: 68,834 deng, 2 kursî
Yekgirtûya Îslamî: 65 hezar û 312 deng, 2 kursî
Komeleya Dadgerî: 34 hezar û 563 deng, 1 kursî
DUHOK
Rêjeya beşdarbûnê %77.47: 11 kursî û 1 kursî kota
KDP: 413,890 deng, 9 kursî
Yekgirtûya Îslamî: 72 hezar û 986 deng, 2 kursî
Kota Xiristiyanan: Samî Uşana - 22.836 deng