Cihgirê Xamaney hate diyarkirin, lê nav nehate eşkerekirin
Piştî kuştina lîderê olî yê li Îranê Ayetûllah Alî Xamaney, Meclîsa Pisporan li hev kom bû û lîderê olî yê nû diyar kir. Lê belê navê wî ji raya giştî re nehate eşkerekirin.
Piştî kuştina lîderê olî yê li Îranê Ayetûllah Alî Xamaney, Meclîsa Pisporan li hev kom bû û lîderê olî yê nû diyar kir. Lê belê navê wî ji raya giştî re nehate eşkerekirin.
Li gorî AFP'ê, endamên Meclîsa Pisporan a xwedî erka hilbijartina rêberê nû yê li Îranê, li şûna Xamaney navek diyar kir. Lê belê navê hatiye diyarkirin nehate eşkerekirin.
Meclîsa Pisporan piştî bi salan yekemcar vê sibehê li bajarê Kûmê li hev civiya.
ÎSRAÎLÊ GEF XWAR
Li aliyê din artêşa Îsraîlê nerazîbûneke tund nîşanî hewldanên hilbijartina lîderekî nû yê olî da. Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku her kesên hewl bidin kesekî li şûna Xamaney wezîfedar bike wê bibin yedef.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî beriya niha diyar kiribû ku li şûna lîderê olî yê Îranê kî bê hilbijartin û li ku be, wê bibe "hedefa tasfiyekirinê."