'Celadê Enfalê' yekemcar derket pêşberî dadger

Li Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê darizandina Acac Ahmed Tikriti destpê kir ku weke "Celadê Enfalê" tê naskirin. Ahmed Tikriti ku bi êşkence, birçîhiştin, destdirêjiya li jinan û sûcên şer tê sûcdarkirin, di lêpirsînê de sûcdarî qebûl kir.

Li Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê îro darizandina yek ji bersûcên pêvajuoya Enfalê Acac Ahmed Tikriti pêk tê. 25 dewakar beşdarî doza li dadgeha li herêma Rusafayê bûn.

Di rûniştinê de ku ji aliyê pênc dadgeran ve tê birêvebirin, sê dozger û du parêzerên Ahmed Tikriti jî amade bûn. Rûniştina destpêkê ya Acac Ahmed Tikriti îro pêk hat ku weke "Celadê Enfalê" tê naskirin.

Li gorî parêzerên dosyayê, Ahmed Tikriti ku wê demê Midûrê Girtîgeha Nugre Selman bû, di dema lêpirsînê de sûcdarî qebûl kir.

Ahmed Tikriti ji ber sûcên êşkence, birçîhiştina bi rêk û pêk, destdirêjiya li jinan û sûcdariyên din ên şer tê darizandin.

Li gorî agahiyan, heyeta dadgehê ji herêma Germiyanê bang li pênc şahidan kir ku îfadeyê bidin.

Ji Silêmaniye, Hewlêr, Dihok, Diyala û Selahaddînê li gel malbatên mexdûrên Enfalê tê payin ku 221 kes tevlî dozê bibin.

'Celadê Enfalê' kî ye?

Acac Ahmed Tikriti ku weke 'Celadê Enfalê' tê naskirin, sala 1962'an li wîlayeta Selahaddînê ji dayik bû. Di sala 1986'an de ji Koleja Ewlekariyê ya Mîllî mezûn bû û piştî 37 salên di ser operasyonên Enfalê re derbas bûn, di 31'ê Tîrmeha 2025'an de li bajarokê Zuluiyeyê hate girtin.