Artêşa Îsraîlê li Başûrê Lubnanê wezîfedarekî din jî yê tenduristiyê hedef girt. Li herêma Ayn el-Mezrab a li nêzî bajarokê Tebnin ê li başûrê Lubnanê, bi balafirên bêmirov êrîşî navendeke nû ya Komîteya Tenduristiyê ya Îslamî (CSI) a Hîzbûllahê hate kirin û di encamê de wezîfedarê tenduristiyê Alî Riza Abbas Suli jiyana xwe ji dest da û 2 xebatkarên tenduristiyê jî birîndar bûn.
ZÊDEYÎ 100 XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ HATIN QETILKIRIN
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî roja Çarşemê daxuyanî da û ragihand ku piştî şerê 2’yê Adarê destpê kirî, li Lubnanê 152 êrîş li hemberî saziyên tenduristiyê hatine tespîtkirin. Li gorî WHO’yê di van êrîşan de 103 kes mirin, 241 kes birîndar bûn.
Li aliyê din artêşa Îsraîlê şeva şemiyê û sihara yekşemê, êrîşên xwe yên li ser herêmên cuda yên Başûrê Lubnanê domand. Li bajarokê Katrani yê girêdayî navçeya Cezzin malek hate hedefgirtin, herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Herêma Yohmor el-Şakif a girêdayî Nebatiye jî bû hedefa êrîşên Îsraîlê.
Hat ragihandin ku roja şemiyê jî li Saksakiye Îsraîlê êrîş bir ser avahiyeke ku sivîlên ji cihên xwe hatine kirin lê bi cih bibûn û di encamê de zarok jî di nav de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
HERÎ KÊM 81 ÊRÎŞ
Li gorî L’Orient-Le Jour, artêşa Îsraîlê di tevahiya roja şemiyê û saetên şevê de, bi giştî 81 êrîşên hewayî yên bi balafirên bêmirov li başûrê Lubnanê pêk anî. Li hemberî vê yekê, Hîzbûllahê jî nuqteyên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser xaka Lubnanê ya dagirkirî û nuqteyên leşkerî yên li nava Îsraîlê, 22 êrîş pêk anîn.