Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Acar: Ez şahida tevahiya dîroka têkoşîna siyasî ya Kurd im, dixwazim aştiyê jî bibînim!

Mevlude Acar a 66 salî ku dema 14 salî bû tevlî nav têkoşîna siyasî ya Kurd bû û hevala hucreyê ya Sakîne Cansiz a ku di komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest da bû got, "Ez şahida tevahiya dîrokê me û niha dixwazim aştiyê bibînim."

MEVLUDE ACAR

Pêvajoya ku bi banga 27’ê Sibata 2025’an a Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dest pê kir, di nav nezelaliyên ji ber taktîkên derengmayînê yê desthilatê di nava nepeniyê de pêşve diçe. Ji bo ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe, qanûnên entegresyonê hîn nehatine derxisxtin û Rastiya ku qanûnên entegrasyonê hîn nehatine pejirandin û biryara "Mafê Hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nehatiye bicîhanîn, bi qasî gelê Kurd, siyasetmedarên ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya Kurd terxan kirine û bedelên giran dane jî nerehet kiriye. Yek ji van siyasetmedaran Mevlude Acar asta ku pirsgirêka Kurd hatiyê ji ANF’ê re nirxand. Acar a ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Diyarbekirê ya êşkencexaneya cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê girtî bû û hevala yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz a ku di komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest da bû got, "Ez şahida tevahiya dîrokê me, îahida hem êş û hem jî destkeftiyan im. Niha dixwazim aştiyê jî bibînim."

'AŞTÎ JI DESTPÊKÊ VE DI ROJEVÊ DE BÛ!'

Mevlude Acar hem şahid û hem jî mexdûra pirsgirêka Kurd a ku ji hêla dewletê ve bi înkar û tinekirinê re rû bi rû maye  ye. Aca ji damezrandina PKK’ê heta sala 1984’an û salên 1990’î girtî û rastî êşkenceyê hat, diyar kir ku ji salên damezrandina tevgera Kurd ve fikra aştî û çareseriya siyasî dihat nîqaşkirin. Acar anî ziman ku heta di manîfestoya ku di destpêka têkoşînê de li ser kaxeza teksîrê hatibû nivîsandin de jî aştî her tim di rojeva gelê Kurd û şoreşgeran de bû û got: "Ji ber ku bêyî serî li têkoşîna çekdarî bidin ne mimkun bû ku ji hêla siyasî ve pêş bikeve, têkoşîna çekdarî hat tercîhkirin. Heta ev miajr di sala 1978’an de jî dihat nîqaşkirin. Di vî alî de ji destpêka têkoşînê ve aştî timî di rpjevê de bû. Di wê serdemê de, gelek gel bêyî ku derfeta berxwedanê bi dest bixin hatin tinekirin, hatin qetilkirin û ji ser rûyê erdê hatin jêbirin. Gelê Kurd jî neçar ma ku li dijî vê gefa tinekirinê serî li çekan bide."

‘BÊDILÎ DI KARAKTERA WAN DE YE!'

Acar destnîşan kir ku pêşveçûna hêdî ya pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd mirovan aciz dike lê ne ecêb e û got, "Me dizanîbê di vê pêvajoyê de îhtîmala bêdiliyê heye. Bêdilî jixwe di karaktera wan de heye, lê dilsoziya me her çiqasî yekalî be jî, bi gavên ku heta niha hatine avêtin jidilbûna me xwe nîşan dide. Kurd di vê mijarê de zelal in û ji nîşandana îradeya xwe ya ji bo aştiyê me dudilî ne. Yên ku sozên xwe nagirin, pergala faşîst bi xwe ye û ev pergal dê hewl bide ku destkeftiyên ku ji vê pêvajoyê werin bidestxistin kêm bike. Divê neyê jibîrkirin ku hêza ku em pê re rû bi rû ne hêzek pir monarşîk e, li şûna ku bi şertên wekhev danûstandinan bike ew ê hewl bide ku pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe bimeşîne û ji bo vê yekê wekî her carê, ew ê serî li taktîkên derengxistinê bide. Ji ber vê yekê ev bêdiliyan wan mirovan aciz dike lê ne ecêb e. Em ê vê yekê bi têkoşînê biguherînin."

‘YA HERÎ GIRÎNG CIVAKÎKIRINA AŞTIYÊ YE!'

Acar anî ziman ku di vê pêvajoyê de noqteya herî girîng civakîkirina aştiyê ye û wiha berdewam kir: "Tekane vebijarka vê pêvajoya aştiyê ne ku bi dewletê re li ser maseyê rûnên û li hev bikin e. Di vir de noqteya herî girîng ew e ku aştiyê ji gel re vebêjin û aştiyê civakî bikin. Divê di navbera gelan de pirek aştiyê were avakirin. Ev pêvajo vê derfetê dide me. Ger em karibin vê pêvajoyê bi awayekî rast ji gel re vebêjin û wan bînin cem hev, dewlet li ser masê rûnê an jî rûnenê em ê bigihîjin noqteya ku em dixwazin. Lê şertek ku divê dewlet gavên dikevin ser milê bavêje. Hava herî girîng jî azadiya Birêz Ocalan e, pêkanîna biryara Mafê Hêviyê ye."

'GER SAKÎNE AŞTÎ BIDÎTA, EW Ê NE BI DU BASKAN WÊ BI ÇAR BASKAN BIFIRIYA!’

Acar bi bîr xist ku gelê Kurd bi salan e ji bo hebûna xwe têdikoşe û bedelên giran daye û destnîşan kir ku ji niha û pê ve ti hêz nikare vê îradeyê ji nedîtî ve were. Acar anî ziman ku jiyana wê di nava vê têkoşînê de derbas bûye û wiha pê de çû: "Min di 14 saliya xwe de, dema ku ez xwendekara Dibistana Mamostetiyê ya Keçan a Mêrdînê bûm dest bi têkoşînê kir. Îro ez 66 salî me. Bi rastî ev tevahî temenek e. Ez şahida tevahiya dîrokekê me û dixwazim aştiyê bibînim. Piştî sala 1984’an, ez 6 salan di girtîgehê de mam. Ez li Mêrdînê hatim girtin û piştre min birin Diyarbekirê. Ez 4.5 mehan di bin çavan de mam û rastî êşkenceyên giran hatim. Ez li Girtîgeha Hejmar 5 a Diyarbekirê mam. Ez tevlî berxwedana greva birçîbûnê ya Sibata 1988’an ku hevalê me Mehmet Emîn Yavuz ji ber xwînrijiya mîdeya wî jiyana xwe ji dest da, bûm. Ez û bi Sakîne Cansiz di heman kawîşê de man. Ger Sakîne aştî bidîta, wê ne bi du baskan wê bi çar baskan bifiriya, ji ber ku ew xwedî ramana aştîxwaz û demokrat bû. Wê qet mirovan cuda nekir. Wê negot ev kêmasî ye, ew wiha ye. Ew nêzîkî kesên ku me wan pir kên didît dibû û bibûya û bi wan re diaxivî. Heta wekî roja din wekî mucîzeyê wan îkna dikir û dihişt ku li kêleka wê bisekinin. Sakîne vê pêvajoyê bi rûyekî pir kêfxweştir hembêz dikir û her tiştê ku pêvajo hewce dikir digirt ser xwe. Wê her tim berpirsiyariya ku girtibû ser xwe bi serkeftî pêk dianî. Nebûna wê ya di vê pêvajoyê de kêmasiyek mezin e.”

’YÊN KU TÊDIKOŞIN WÊ BI SER BIKEVIN, EM Ê BI SER BIKEVIN!’

Acar bi bîr xist ku jin berpirsiyariya herî mezin a civakîbûna vê pêvajoyê hildigirin ser xwe û destnîşan kir ku jin, yên ku herî zêde ji şer bandor dibin û pêşengiya avakirina aştiyeke bi rûmet dikin e û got, “serkeftiyê şer tineye, herî dawî di şerê dawî yê di navbera DYE, Îsraîl û Îranê de hat dîtin ku her tim gel winda dike.” Acar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yekê, aştî her tim vebijarka rast e. Em jin, em ê ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet hewl bidin. Jin dema ku têkoşîna azadiya Kurd dest pê kir hebûn û wê di avakirina aştiyê de jî hebin. Wekî jineke Kurd, ez hem bi helwesta xwe ya di demên dijwar de, hem jî bi hêza ku me îro bi dest xistiye û gihîştiye mîlyonan serbilind im û baweriya min bi serketinê heye. Wekî ku min got, ya herî girîng di navbera gelan de avakirina pirek aştiyê ye. Aştiya mayînde wê ev be, desthilat tên û diçin, lê aştiya mayînde di rastiyê de aştiya di navbera gelan de ye û kes nikare bi hêsanî vê aştiyê xira bike. Ji ber vê yekê bila desthilat bi qasî dixwaze bixapîne. Di dawiyê de kesên ku hewl didin, têdikoşin û bi dilsozî nêzîk dibin wê bi ser bikevin, em ê bi ser bikevin.”