ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

-Mevlude Acar a 66 salî ku dema 14 salî bû tevlî nav têkoşîna siyasî ya Kurd bû û hevala hucreyê ya Sakîne Cansiz a ku di komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest da bû got, "Ez şahida tevahiya dîrokê me û niha dixwazim aştiyê bibînim."

-Endama Koma Vate Denîz Gurbuz diyar kir ku Kirmanckî (Zazakî) rûbûrûyê xeteriya tunebûnê ye û anî ziman ku di neparastina ziman de ne tenê polîtîkayên dewletê, polîtîkayên ziman ên ku saziyên ziman nikarin pêş bixin jî, bi bandor e.

-Platforma Jinên Dersîmê ku daxuyaniyên Parlamanterê AKP’ê Salîm Ensarîoglu yên derbarê torên fuhûş û şantajê yên li zanîngehan nirxand, diyar kir ku ev di rastiyê de “mikurhatine” û daxwaz kir ku faîlên ku navê wan derbas dibe, bêne cezakirin.

-Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên girtî û windayan bêne şopandin.

-Li bajarê Elmanya yê Frankfurtê Festîvala Dersimê tê lidarxistin.