Wezîrê Şer yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) diyar kir ku Îran “xwedî derfeteke girîng e” û bang li rêveberiya Tehranê kir ku “peymaneke baş û cidî” çêbikin. Hegseth destnîşan kir ku dorpêça li ser lîmanên Îranê “hingî ku pêwîst bike” wê bidome.
‘HERÎ ZÊDE PÊDIVIYA EWROPAYÊ BI HURMUZÊ HEYE’
Hegseth rasterast peyam da Ewropayê û îdîa kir ku têkildarî ewlehiya Kendava Hurmuzê berpirsyarî herî zêde ya Ewropayê ye. Hegseth got, “Herî zêde pêdiviya Ewropiyan bi Hurmuzê heye. Ewropa divê li qadê hîn aktîftir be.”
Tê payîn ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi şeva Îniyê biçe paytexta Pakistan Îslamabadê. Tê diyarkirin ku ev serdan ji bo car din muzakereyên navbera DYE û Îranê destpê bikin, qonaxeke krîtîk e.
LIV Û TEVGERA LEŞKERÎ
Artêşa DYE’yê ragihand ku piştî bi dehan salan, sê keştiyên balafiran di heman kêliyê de li Rojhilata Navîn wezîfe dimeşînin.