Şerê DYE-Îranê bandor li aboriya Rojhilata Navîn kir
Şerê DYE-Îranê dubare veguherî şer û pevçûnan, li Rojhilata Navîn di serî de aborî şerê berbehs bandoreke xirab li şert û mercên jiyanê dike.
Şerê DYE-Îranê dubare veguherî şer û pevçûnan, li Rojhilata Navîn di serî de aborî şerê berbehs bandoreke xirab li şert û mercên jiyanê dike.
Borsayên Kendavê ji ber ji ber şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de û fikarên têkildarî ewlehiya behrê dadikevin.
Ji roja şer û pevçûn dubare dest pê kirine heya niha borsayên Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û Dûbaiyê dadikevin û radibin û performanseke guherbar nîşan didin.
NYT: ÎRANÊ TEKLÎFA DYE’YÊ YA AGIRBESTÊ RED KIR
Li gorî New York Timesê (NYT), Serkwezîrê Iraqê Ali el-Zaîdî, piştî seredana Koşka Spî derbasî Îranê bûye, teklîfa DYE’yê ya agirbestê ragihandiye Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan. Lê belê Ali el-Zaîdî diyar kir ku rayedarên Îranî teklîfa agirbestê red kirine.
Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê têkildarî nûçeya NYT’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku îdîaya berbehs ne rast e.
BUHAYÊ PETROLÊ GELEKÎ BILIND BÛ
Li gel rageşiya berdewam a li Tengava Hurmuzê û Tengava Bab el-Mendepê buhayê petrola brent ji 100 dolarî derbas bû.
LI HERÊMÊN BELÛC QUTKIRINA AVÊ
Îdareya Av û Kanalîzasyonê waneya sereke girtiye û welatiyên li herêma Çahşur a navçeya Tefran a girêdayî eyaleta Sistan û Belûcistanê dijîn, nikarin ava vexwarinê peyda bikin. Welatiyekî Belûc da zanîn ku li herêmê av hatiye qutkirin û gel nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi dest bixin. Niştecihên herêma Çahşurê jî gelek caran e banga dayîna avê û demildest çareserkirina pirsgirêkê dikin.