Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Şerê Îranê bandor li bazarên enerjiyê yên cîhanê dike

Hat ragihandin ku, her çend şerê DYE û Îsraîl a li dijî Îranê demkurt berdewam bike jî, ew ê bi heftan heta bi mehan bandorê li bazarên enerjiyê yên cîhanê bike.

Li gorî analîstên ku ji Reutersê re axivîn, şer zirar daye tesîsên enerjiyê û veguhestinê zehmet kiriye. Ev yek di dabînkirina petrol û gazê de nezelalî çêkiriye. Analîstên JP Morgan, dibêjin ku bazar niha girtina rafineriyan û sînordarkirinên hinardekirinê jî li ber çavan digirin.

Ji destpêka şer û vir ve, bihayên petrolê yên cîhanî ji sedî 25 zêdetir bûne.

Ji ber êrîşên Îranê yên li dora Tengava Hurmizê, dabînkirina bi qasî pêncan yek ji petrol û gaza xwezayî bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

Rawestandina sewqiyetên li Tengava Hurmizê, bûye sedem ku bandor li Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Iraq û Kuweyt di aliyê veguhestina petrolê de bike.

Li gorî çavkaniyên ku ji Reutersê re ragihandine, ev yek rê li ber gihîştina nêzîkî 140 milyon bermîl petrol bo rafineriyan girtiye.

Ji ber ku tesîsên depokirinê tijî ne, Iraq û Kuweytê hilberîna hin qadên petrolê kêm kirine û dibe ku Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî jî gaveke wisa bavêje. Pispor, dibêjin ku ji bo qadên petrolê yên girtî vegerin kapasîteya xwe ya berê dibe ku bi heftan an jî mehan bidome.

Êrîşên Îranê yên li ser rafineriyan û termînalan jî bandorê li hilberîna enerjiyê dikin. Qeterê piştî êrîşên dronan ên Îranê ji bo hin îxracatên LNG’ê rewşa ‘hêza mezin’ îlan kir. Rafineriya mezin a Ras Tanura li Erebistana Siûdî jî ji ber êrîşan ragihand ku ew xebatên xwe rawestandiye.

Pirsgirêkên di warê sewqiyeta enerjiyê de bi taybetî bandorê li welatên Asyayî yên ku ji Rojhilata Navîn petrolê distînin, dikin. Hin rafineriyên li Hindistanê, ragihandin ku ew ê nikaribin peymanên îxracata sotemeniyê bicîh bînin, li Çînê jî hin rafiner hilberîn kêm kirine.

Tê diyarkirin ku bihayên enerjiyê yên zêde ji bo Ewropayê jî xetereyek mezin çêdikin. Tê gotin ku Ewropa ji şerê Rûsya-Ûkraynayê û vir ve bêtir girêdayî îtxalata LNG’ê bûye.

Li DYE’yê jî bihayên benzîn û mazotê zêde bûne. Analîst, dibêjin ku zêdebûna bihayên sotemeniyê dibe ku di aliyê siyasî de bandor li hilbijartina navîn ku wê di Mijdarê de li DYE’yê pêk were jî, bike.