Îsraîlê li Lubnanê 6 xebatkarên din ên tenduristiyê kuşt
Artêşa Îsraîlê ji şeva Pêncşemê heta sibeha Înê li Başûrê Lubnanê 6 xebatkarên din ên tenduristiyê kuşt.
Artêşa Îsraîlê ji şeva Pêncşemê heta sibeha Înê li Başûrê Lubnanê 6 xebatkarên din ên tenduristiyê kuşt.
Hejmara qurbaniyan ên ji ber êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Lubnanê zêde dibe. Li herêma Deyr Kanun el Nahr a ser bi bajarê Surê, di êrişa droneyan de 5 kes mirin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, ji qurbaniyan 2 jê wezîfedarên tenduristiyê û yek jê zarok bû.
NAVENDÊN TENDURISTIYÊ BÛN HEDEF
Balafirên şer ên Îsraîlê bi şev êriş birin ser du navendên Komîteya Tenduristiyê ya Îslamî yên li herêma Hanavey a li bajarê Surê ku tê gotin, yên Hîzbûllahê bûn. Di êrişê de 4 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bûn.
Ji 2'ê Adarê dema destpêkirina êrişên Îsraîlê û vir ve li Lubnanê zêdeyî 120 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan, 265 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku li başûrê Lubnanê li du kesan xistiye ku li ser sînor bi "gumanbarî tevdigeriyan."
ROJA PÊNCŞEMÊ BOMBARDÛMANA GIRAN
Roja Pêncşemê balafirên artêşa Îsraîlê 10 gundên li başûrê Lubnanê bombe kirin. Hate ragihandin ku hin herêm jî bûn hedefa êrişên topbaranê û droneyan.
Hîzbûllahê jî diyar kir ku 16 caran êriş biriye ser hedefên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê û başûrê Lubnanê.
HEJMARA QURBANIYAN 3 HEZAR DERBAS KIR
Hater agihandin ku ji 2'ê Adarê û vir ve ji ber êrişên Îsraîlê li Lubnanê zêdeyî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.