Îsraîlê gef li Libnanê xwar: Agir dê darên erz ên Libnanê bipêçîne

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, piştî ku rêberê Hizbullahê hevdîtinên rasterast red kirin, diyar kir ku heke hikûmeta Libnanê li dijî çalakiyên Hizbullahê gavan neavêje, dê welat bi encamên giran re rû bi rû bimîne

Israel Katz, piştî ku rêberê Hizbullahê daxwaza hevdîtinên rasterast bi Îsraîlê re red kir, daxuyaniyên tund dan.

Katz di daxuyaniya ku ji ofîsa wî hatî belavkirin de, rêberê Hizbullahê Naim Qasim kir armanc û got: “Ew bi agir dilîze û ev agir dê Hizbullahê û hemû Libnanê bişewitîne.”

Katz bang li hikûmeta Libnanê jî kir û diyar kir ku heke li dijî çalakiyên Hizbullahê gavan neavêjin, dê welat bi encamên gelek giran re rû bi rû bimîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Heke hikûmeta Libnanê di bin baskên rêxistina terorê ya Hizbullahê de xwe veşêre, dê agir derkeve û darên erz ên Libnanê bipêçîne.”