Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îsraîlê banga valakirina Dahiya Başûr a Beyrûtê kir

Artêşa Îsraîlê bang li niştecîhên Dahiya Başûr a Beyrûtê kir ku demildest malên xwe vala bikin û berê xwe bidin rojhilat û başûrê Lubnanê.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraee li ser hesabê xwe yê Xˊê agadariya lezgîn ji xelkê Dahiya Başûr a Beyrûtê re da ku xwe rizgar bikin û malên xwe demildest vala bikin.
Adraee got, "Niştecîhên taxa Burc El Barajine û El Hedes ber bi rojhilat ve li hember çiyayê Lubnanê ve biçin. Niştecîhên taxa Herîk û Şiyeh jî divê ber bi bakur ve li hember Terablusê ve biçin."

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku bombebarankirina baregehên partiyên Rojhilat ji aliyê rejîma Îranê ve nikare di têkoşîna wan de gav paşde bide avêtin û qels bike, berovajî wê dê îradeya wan a têkoşîna ji bo hilweşandina Komara Îslamî û rizgariya Kurdistanê jî xurtir bike.