Îsraîl: Plana Xezeyê ya Trump wê 'aştî û aramiyê' bîne!
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu îdîa kir ku plana Xezeyê ya Trump ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hate erêkirin wê aştî û aramiyê bîne.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu îdîa kir ku plana Xezeyê ya Trump ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hate erêkirin wê aştî û aramiyê bîne.
Îsraîlê erêkirina plana Xezeyê ya Serokê DYE'yê Donald Trump ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Di daxuyaniya ofîsa Serokwezaretiyê de hate gotin, "Em di wê baweriyê de ne ku plana Serok Trump wê aştî û aramiyê bi xwe re bîne, ji ber ku plan destnîşan dike ku divê Xeze bi temamî ji leşkerî bê paqijkirin, bêçekkirin û radîkalbûyîn ji holê bê rakirin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îsraîl destê xwe dirêjî hemû cîranên xwe dikin ên ku aştî û aramiyê bi xwe re tînin û bang li wan dike ku têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re asayî bikin û ji bo qewirandina Hamas û piştevanên wê ji herêmê tevlî Îsraîlê bibin."