Îsraîl, mirina Serfermandarê Giştî yê Hizbullahê ragihand
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşa ewil a piştî bi mehan hate lidarxistin de, Haytham Elî Tabatabai ku payebilindê duyemîn ê Hizbullahê ye, hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşa ewil a piştî bi mehan hate lidarxistin de, Haytham Elî Tabatabai ku payebilindê duyemîn ê Hizbullahê ye, hatiye kuştin.
Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku Serfermandarê Hizbullahê Haytham Elî Tabatabai di êrîşa hewayî ya li Başûrê Beyrûtê de hatiye kuştin.
IDF’ê Tabatabaiyê wekî kesekî di xebatên avabûn û çekdarkirina rêxistinê de payebilind, bi nav kir.
Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr diyar kir ku armanca êrîşê astengkirina xurtbûna Hizbullahê û derbe xistina hêmanên ku gef li Îsraîlê dixwe ye.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di rêîşê de 5 kes jiyana xwe ji dest dane û 28 kes jî birîndar bûne.
Hizbullah jî hîna daxuyaniyeke fermî nedaye.